Di nava 6 mehan de 27 jin hatine kuştin
- 13:46 5 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava du mehên borî de, li Herêma Kurdistanê jinek hatiye kuştin û çar jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Bi vî rengî di nava şeş mehên destpêkê yên îsal de, 27 jin hatine kuştin û bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Li Herêma Kurdistanê kuştin û mirinên bi guman ên jinan dewam dikin. Divê çarçoveyê de me weke ajans daneyên kuştina jinan, an mirinên bi awayekî bi guman ên mehên Gulan û Hezîranê yên îsal berhev kirin.
Li gorî vê:
Di 10’ê Gulanê de, li parêzgeha Kerkûkê jineke temen 31 salî ji aliyê birayê xwe ve bi kêrê hat kuştin, li gorî hatî gotin zêdetirî 30 derbên kêrê li laşê wê hebûn.
Di 12’ê Gulanê de, li gundê Wirdik ê li sînorê parêzgeha Hewlêrê, cenazeyê jineke xeniqandî hat dîtin.
Di 14’ê Hezîranê de, li navçeya Ziraretî ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê, jinek bi awayekî bi guman di nava wesayîtekê de şewitî û jiyana xwe ji dest da.
Di 16’ê Hezîranê de, jineke ciwan a bi navê Kanî Senean Rehman ku xwendevana peymangehê û nişteciha komelgeha Xalxalan a ser bi bajarokê Şwan a li parêzgeha Kerkûkê bû, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Di 28’ê Hezîrana îsal de, li bajarokê Zaxo jineke bi navê Nûra Neşwan a temen 24 salî ji ber şewatê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da, ku zêdetirî %90’î laşê wê şewitîbû.
Di heman demê de, li gorî daneyên mehane yên ajansa me, di nava şeş mehên destpêkê yên îsal de li Başûrê Kurdistanê 11 jin hatine kuştin û 16 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Hêjayî gotinê ye ku li Başûrê Kurdistanê, tevî hewldana veşartina daneyên kuştina jinan jî, lê belê bi rêya dezgehên ragihandinê ev tawanên dijî jinan eşkere dibin. Li gorî daneyên ku ji aliyê ajansa me ve hatine komkirin; li seranserî bajarên cuda, 51 jin hatine kuştin an jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Ev dane dibe ku hîn zêdetir bin ji daxuyaniyên ku gihîştine destê ajansa me. Ji ber ku ji ber kêmiya derfetan, astengiya gihîştina bi bûyeran û veşartina bûyeran, em nikarin hemû daneyan bi zelalî kom bikin.







