Ji Leyla Guven ji bo Geverê: Bi pêşengiya jinan jiyanê mezin bikin

  • 17:45 8 Tîrmeh 2026
  • Rojane
COLEMÊRG – Leyla Guven ya li girtîgeha Sîncanê girtiye, ji bo Geverê ku wek ‘bajarê jinan’ hat îlankirin peyam şand û da zanîn ku divê bi pêşengiya jinê jiyana komunal-demokratîk bê avakirin.
 
Navçeya Gever a Colemêrgê bi tevlibûna jinan ‘Bajarê Jinan’ hat îlankirin. Piştî deklerasyonê Leyla Guven ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê gitiye peyam şand.
 
Peyama Leyla Guven şandiye wiha ye:
 
“Ez di serî de gelê me yê Geverê yê têkoşer, berxwedêr, çalakvan û fedakar bi rêzdarî silav dikim û bejna xwe li ber keda wan ditewînim, destên dayikên kedkar maçî dikim.
 
Li gorî agahiyên ku me bihîstiye, Gever a rengîn wek 'Bajarê Jinan' hatiye îlan kirin. Em bi vê biryarê gelekî dilşad û kefxweş bûn. Belê, bi rastî jî hewce ye ku Gever bi rengê jinê, feraseta jinê ve pêşengiya jiyana demokratîk-komunal bike. Te zanîn ku her bajarek giyanek xwe, taybetmendiyek xwe ya xweser heye. Gever ne tenê bajarekê Bakurê Kurdistanê ye, heman demê de çar beşên Kurdistanê di nav dil û hembêza xwe de dihewîne. Bê guman mînaka bajarê jinê Geverê, eger xwe hawirdorê xwe jî bandor bike.
 
Bi saya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Öcalan, em êdî xwe, civaka xwe, dîrok û erdnîgariya xwe baş nas dikin. Civak bi jinê re ava dibe. Çawa ku stûnê malbatê her tim li ser milê jinan bilind dibin, mal û der bi destê jinan tê xemilandin, heman wextê stûnên bajara jî pêwîste bi çavdêriya jinê têşe bibe.
 
Pergala kapîtalîst heta niha her tim qala hunera destê jinan dikir, lê ji îro şûn ve bila gala aqilê jinan, jêhatiyên jinan, kolektîvîzma jinan bikin. Em dizanin ku li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinan jiyaneke nûjen hatiye avakirin."
 
Di cihanê de hevserekatî bi rêxistina Kurdan re hat rûniştandin. Derfet holê ku baweriya gelê Kurd bi jinê hîn zêde ye. Ev nêzîkatî ji hîn zêde hez dide me, jina ku em bajarê jinan hezkirî û bedewtir bikin. Di rêvebirina jinê de extiyar, ciwan, zarok, jin, mêr bi hevsengiyekî xurt bi hevre dixebitin. Wekî Serok Apo gotiye; "Ax, Av, Roj têra her mirovekî dike." Bes, tenê em bi hevaltî, hezkirin, zanabûn, xebatkarî û jêhatî tevbigerin.
 
Hevalên hêja, jinên delal; em jî wekî jinen ku di zindana Sincanê de dîlgirtî, bi rihê xwe li gel we ne. Xebatên ku hûn li Geverê bi reng, deng û îradeya jinê dimeşînin, ji niha de xeyalên me dixemilîne. Hêviya me ew e ku em bên gel we û mil bi mil bi hevre ked bidin, kar bikin, xebat bimeşînin.
 
Em bi van hestan dîsa bajarê jinê li tevahiya jinên Geverê û gelên Geverê pîroz dikin, di xebatên we de serkeftinê dixwazin.
 
Jin Jiyan Azadî.”