Nesrîn Teke hat bîranîn: Em kesên rêya me ronî kirine ji bîr nakin
- 13:01 9 Tîrmeh 2026
- Rojane
AMED - MKG û DFG'ê di bîranîna Nesrîn Teke ya li ser gora wê de gotin: "Em ê wan kesên ku li ser rêya rastiyê bûn meşale û rêya me ronî kirin, ji bîr nekin. Em ê li ser şopa wan têkoşînê bidomînin."
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), ji bo bîranîna 26'emîn salvegera koça dawî a rojnamevan Nesrîn Teke, li Goristana Mardinkapiyê ya li navçeya Sûr a Amedê merasîmeke bîranînê li dar xistin. Endamên komeleyan û malbata Nesrîn Teke beşdarî çalakiyê bûn; di çalakiyê de wêneyê Nesrîn Teke hate hilgirtin.
'Ez ê li ser şopa Nesrînê bimeşim'
Dayika Nesrîn Teke, Nezahat Teke, piştî rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, axivî û got: "Çi 26 sal derbas bibin, çi jî 126 sal, em ê bi berdewamî li ser şopa wan bin. Hêvîdar im ku êdî dayik neçar nemînin li ser gorên zarokên xwe lorîkan bibêjin. Bi hezaran dayik hene ku heta gorên zarokên wan jî ne diyar in. Ez gelek bi şans im ku dikarim werim ser gora wê û biaxivim. Bila tu dayik negirî û tu ciwan neyên kuştin. Min du soz dabûn Nesrînê. Min jê re gotibû, 'Eger tu qenc bî, ez ê kovara *Ozgur Halk* kolan bi kolan belav bikim', û wê jî gotibû, 'Wisa bixebite ku dayik negirîn.' Ez ê heta dawiyê soza ku min dabû wê pêk bînim. Soza din min nikaribû pêk bînim; wê ji min re gotibû, 'Tu yê negirî.' Belê, di merasîma cenazeyê wê de ez negiriyam; ez bi hêz mam. Dema min ew soz dida, min nizanibû ku pêkanîna wê dê çiqas zehmet be an jî êşa windakirina zarokek xwe dê çiqas giran be. Heta ku ez sax bim, ez ê li ser şopa Nesrînê bimeşim û soza xwe pêk bînim. Hêvîdar im dengê dayikan bigihîje rayedaran û ew kûrahiya êşa ku dayik dikişînin, fêm bikin."
'Em ji bîr nakin'
Piştre Medîne Olçen li ser navê MKG'ê axivî û got, "Em şehîda xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Em kesên ku bûn meşale û rêya me ronî kirin ji bîr nakin. Em rojnamegerên jin heta dawî li gel hemû zext û zoriyan jî em bi pênûsa xwe li ser şopa wan bin. Em ê bibin şopdarên heqîqeta kesên ku bi keda xwe li di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane."
Bîranîn bi dirûşman bi dawî bû.







