Nobeta li dijî tiryak û fuhuşê didome

  • 20:19 27 Tîrmeh 2026
  • Rojane

SÊRT - Platforma Şiyar Be li dijî fuhuş û tiryakê li Sêrtê nobeta 7 rojan da destpêkirin û nobet di roja 4’an de didome. Îro rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên navend û navçeyan nobet dewr girtin.

Platforma Şiyar Be di çarçoveya pêngava ‘Rabin!’ de li ntaxa Congbay a Sêrtê li dijî fuhuş û tiryakê çalakiya nobetê ya 7 rojan da destpêkirin. Çalakî di roja 4ran de berdewam kir.

Nobeta bi pêşengiya Platforma Şiyarbe, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokrtîk (DBP) hat destpêkirin, gelek saziyan piştgirî dayê. Îro rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên navend û navçeyan nobet dewr girtin.