'Divê Abdullah Ocalan bikaribe pêvajoyê bi civakê re bi rêve bibe'

  • 09:03 30 Tîrmeh 2026
  • Rojane
Neslihan Kardaş
 
ŞIRNEK – Aktîvîsta TJA’yê Çimen Fidan, derbarê pêvajoyê de axivî û tekezî li ser wê yekê kir ku divê "qanüna bingehîn" a ku tê payîn, berfireh û hemû aliyan li ber çavan bigire li gorî vê yekê bên amadekirin. Divê statuya yasayî ya Rêberê Gelê Kurd were naskirin û divê ew bikaribe pêvajoyê bi hevkariya rojnamevan, ciwan, jin, rewşenbîr û raya giştî re bimeşîne. Her wiha, divê ev qanûn xalên têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd jî di nav xwe de bihewîne."
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyeke nû a  Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin ku bandorê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn dike. Herçend nîqaşên derbarê bidawîanîna pevçûnan û avakirina civakeke demokratîk de gihîştine qonaxeke girîng jî hêdîbûna gavên pêwîst bûye sedema rexneyên raya giştî.
 
Tevî ku tê payîn "qanûna bingehîn" a ku niha di rojevê de ye pêşkêşî Parlamentoyê were kirin, lê nîqaşên derbarê naverok û çarçoveya wê de berdewam dikin.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîmen Fîdan, derbarê pêşhatên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û hêviyên jinan de axivî.
 
‘Ji bo .areseriyê têkoşîn da’
 
Çimen Fidan bal kişand ser wê yekê ku ev pêvajo encama têkoşîneke 50-salî ya li herêma Kurdistanê ye û got: "Bangawaziya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve derbarê vê têkoşînê de hat kirin, ne gava yekem bû ku ber bi civakeke demokratîk û aştiyeke mayinde ve hat avêtin. Ji sala 1993’yan ve, Rêberê Gelê Kurd hewl dida ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bike. Di salên borî de jî 'pêvajoyeke çareseriyê' hatibû destpêkirin û di wê pêvajoyê de Abdullah Ocalan hewldanên girîng kiribûn. Mixabin, ew pêvajo negihişt asta ku dihat xwestin; ji aliyê dewletê ve hat astengkirin. Di encamê de, rewşa tecrîda giran ku ev 27 sal in li Girava Îmraliyê berdewam dike dom kir û di çar salên dawî de ti hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd re nehatin kirin. Di wê heyamê de, tecrîd hîn kûrtir bû."
 
Encama Têkoşînê: Pêvajo
 
Çimen Fidan destnîşan kir ku bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de ne bangawaziyeke asayî bû û wiha got: "Pirsgirêkek hebû û lewma ev têkoşîn derket holê. Zimanê Kurdî, çanda gelê Kurd û hebûna Kurd û Kurdistanê bi xwe dihatin înkarkirin. Têkoşîna ku derket holê bersiveke rasterast a vê yekê bû û berdêleke pir giran hat dayîn. Girîngiya vê pêvajoyê ji wê têkoşîna ku hat meşandin û şerê dijwar ê ku hat kirin tê. Pêvajo bi daxwaza rawestandina şer û çareserkirina pirsgirêkê bi rêyên demokratîk dest pê kir. Ev yek xwedî girîngiyeke mezin e. Ev gaveke krîtîk bû ji bo pêşîlêgirtina windahiyên zêdetir ên jiyanî li her du aliyan. Gavên ku piştî bangawaziyê hatin avêtin jî pir girîng bûn; çalakiyên wekî betalkirina çalakiyên çekdarî yên PKK’ê, şewitandina çekan û vekişîna hêzan nîşan dan ku tevgera azadiyê çiqas ji bo vê pêvajoyê amade bû û çiqasî girêdayî gotina Abdullah Ocalan bû."
 
'Divê azad be'
 
Çimen Fidan, destnîşan kir ku kesê pêvajo da destpêkirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û  got: "Hem gelê Kurd û hem jî tevgera azadiyê ragihandine ku muzakerekarê sereke Rêberê Gelê Kurd e. Lewma, azadiya Rêberê Gelê Kurd xwedî girîngiyeke mezin e. Herçend mercên pêwîst ên ji bo pêvajoyê di hin waran de bi temamî tên bicihanîn jî berdewamiya şert û mercên tecrîdê nîşan dide ku pêvajo nikare bi awayekî hêsan û bêasteng pêş ve biçe. Bi vî awayî, statu û azadiya Rêberê Gelê Kurd ji bo domdariya pêvajoyê girîngiyeke krîtîk heye. Di heman demê de, azadî û statuya wî bi awayekî neqetandî bi pêvajoyê bixwe ve girêdayî ne; em nikarin van her du mijaran ji hev cuda binirxînin, ji ber ku kesê pêvajoyê dimeşîne, bi xwe Rêberê Gelê Kurd e."
 
'Wî rêya jinan ronî kir'
 
Çimen Fidan bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha got: "Li erdnîgariya Kurdistanê, jinan ji bo du nasnameyan têkoşîn meşandin. Yek ji wan nasnameya jinbûnê bû; têkoşîn ji bo azadiya jinan û jiyaneke wekhev dihat meşandin. Ya din jî têkoşîna ji bo nasnameya Kurdî bû. Rêberê Gelê Kurd di vê têkoşînê de roleke sereke dilîze, ji ber ku wî her tim azadiya jinan li ser her tiştî re digirt. Bi gotin, nêrîn û wê paradîgmaya ku wî ava kir, wî rêya têkoşîna jinan ronî kir, rê li ber pêşveçûna însiyatîfên jinan vekir û hişt ku tevger bigihîje serkeftinê. Di dawiyê de, azadiya civakê bi azadiya jinan ve girêdayî ye. Di heman demê de, kuştinên jinan û tundiya li dijî jinan ku berdewam dikin, encamên 'şerê taybet' in ku di deh salên dawî de li Kurdistanê hatine meşandin; ev polîtîkayên şerê taybet in ku hîn jî bandorê li pêvajoya heyî dikin."
 
'Azadiya jinan, azadiya civakê ye'
 
Çimen Fidan, destnîşan kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya jinan bi hev ve girêdayî ne, got: "Rêberê Gelê Kurd, azadiya jinan bi azadiya civakê ve girê dide. Wî ji bo têkoşîna jinan kedeke mezin daye û hîn jî dide. Di heman demê de, azadiya Abdullah Ocalan ji bo bidestxistina azadiya jinan girîng e; ev her du mijar bi awayekî ku nayên veqetandin bi hev ve girêdayî ne. Jinan ji destpêkê ve diyar kirine ku ew azadiya xwe bi azadiya Rêberê Gelê Kurd ve girê didin."
 
'Divê tu jinek bêrêxistin nemîne'
 
Çimen Fidan, dema ku behsa çalakiyên TJA’yê di çarçoveya pêvajoya heyî de dikir, bal kişand ser wê yekê ku TJA ne tenê ji bo jinên Kurd, lê ji bo hemû jinan kar dike û wiha domand: "Em dikarin bibêjin ku xebatên wê hemû jinan dihewînin nav xwe. Jinan diyar kirine ku ew ê pêşengiya vê pêvajoyê bikin. Her wiha wan tekezî li ser wan gavan kiriye ku divê dewlet bavêje. Jinan ji bo serkeftina vê pêvajoyê û ji bo teşwîqkirina dewletê ya avêtina gavên pêwist, gelek çalakî û bername pêk anîne. Aliyekî din ê girîng jî rêxistinbûn e. Dema Abdullah Ocalan bang kir, ew bangek ji bo rêxistinbûnê bû. Weke jinan, me jî di konferansa xwe de tekezî li ser wê yekê kiribû ku em ê xebatên rêxistinbûnê bimeşînin. Divê li tu derê jinek jî nemîne ku bêrêxistin be, an jî em negihîştibinê û derbarê pêvajoyê de bi wê re nîqaş nekiribin. TJA di vê heyamê de ji bo tevahiya civakê kar dike. TJA dê ji bo hêsankirina vê pêvajoya xwerêxistinbûnê, li her qadê çalakiyên xwe bimeşîne."
 
‘Divê statuya qanûn ya Abdullah Ocalan were naskirin’
 
Çimen Fidan bal kişand ser wê yekê ku hem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hem jî tevgera azadiya Kurd gavên girîng avêtine û got: “Niha divê dewlet û hikûmet jî gavan biavêjin. Komîsyona ku li Parlamentoyê hat avakirin girîng bû; mirov dikare bibêje ku ew tenê gava şênber a hatibû avêtin bû. Di nava wê komîsyonê de hin biryar hatin girtin û di encamê de daxwazên sereke zelal bûn. Dema em li rewşê dinêrin, bi hezaran girtî hene ku pêwîst e azadiya xwe bi dest bixin. Wekî me berê jî gotiye, ev girtî ji ber têkoşîna ji bo nasnameya xwe hatibûn girtin; lewma divê deriyên girtîgehan werin vekirin. Her wiha, bi hezaran kes ji ber sedemên siyasî neçar man biçin Ewropayê; divê ew jî bikaribin vegerin û beşdarî siyasetê bibin. Şer rawestiyaye, dengê çekan kêm bûye û divê ev kes niha di qada siyasî de rola xwe bilîzin. Komek gerîlayan jî çekên xwe şewitandin û ragihandin ku gava şert û mercên guncaw pêk werin, ew ê dest bi xebatên siyasî bikin. Lê ya herî girîng, azadiya Rêberê Gelê Kurd e. Pêwîst e yasayên têkildar li gorî vê yekê werin sererastkirin. Statuya yasayî ya Rêberê Gelê Kurd pir girîng e; divê statuya wî were naskirin û ew bikaribe pêvajoyê bi rêya diyalogê ligel rojnamevan, ciwan, jin, rewşenbîr û raya giştî bimeşîne.”
 
Di dawiyê de, Çimen Fidan wiha got: “Em di qonaxeke dîrokî re derbas dibin. Ev ji bo gelê Kurd, jinan, civakê û hemû gelan derfeteke mezin û dîrokî ye. Pêwîst e her kes beşdarî vê pêvajoyê û xebatên têkildarî wê bibe. Ji bo ku ev pêvajo encamê bide, divê her kes berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Ji ber ku ev derfeta dîrokî ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelan e. Eger ev pêvajo bi ser bikeve, wê aştiya mayinde û aramî li tevahiya Rojhilata Navîn pêk were.”