Di 5’emîn salvegera komkujiya Dedeogullari de banga edaletê

  • 21:31 30 Tîrmeh 2026
  • Rojane
KONYA - Li Konyayê ji bo 7 endamên malbata Dedeogullari yên di êrîşa nijadperestî ya 2021’an de hatin qetilkirin, bîranîn hat lidarxistin. Di axaftinan de bang kirin ku komkujî bi hemû aliyan ve bê ronîkirin û berprisyar bên darizandin.
 
Li navçeya Meram a Konyayê, di salvegera 5’emîn a êrîşa  30’ê Tîrmeha 2021’an de 7 endamên malbata Dedeogullari hatin qetilkirin de merasîma bîranînê hat lidarxistin.
 
Yekane kesê ji malbatê sax mayî Çetîn Dedeogullari û  rêxistinênPartiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Konya û Enqereyû, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan, bavê Rojîn Kabaîş Nîzamettîn Kabaîş û ji parêzerên malbatê Atilla Kart beşdarî bîranînê bûn.
 
Bîranîn bi serdana goristanê dest pê kir. Piştî qurnefîl dnaîn ser goran, kom ber bi mala ku komkujî lê qewimî ve çû. Di meşê d e pankarta ku wêneyên qurbaniyan li ser bû hat hilgirtin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir.
 
Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku komkujî bi her awayî nehatiye ronîkirin û destnîşan kir ku hem kesên ku êrîş pêk anîne û hem jî yên ku ew teşwîq kirine hîn jî têne parastin.
 
Di dawiya bîranînê de banga edaletê û darizandina berprisyaran hat kirin.