Şaredariya Peyasê Têkoşîna li Dijî Tundiyê didomîne
- 12:06 6 Tebax 2026
- Rojane
AMED - Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê, ji bo bilindkirina hişmendiya giştî û xurtkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, li Parka Ekîn û Parka 8'ê Adarê bi jinan re hat gel hev.
Şaredariya Peyasê, ji bo xurtkirina hevgirtinê û parvekirina xebatên şaredariyê yên têkildarî vê pirsgirêkê, dest bi rêzeçalakiyên berfireh kir. Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan, di bin dirûşma “Gotina me neqediya ye, em ê tundiyê bi hev re bisekinînin!” de li parkan rêzekombûn li dar xistin.
Di çalakiyên li Parka Ekîn û Parka 8'ê Adarê de, alîkarên hevşaredaran û endamên meclîsa jinan jî amade bûn. Di van civînan de li ser tundiya li ser jinan a di nava civakê de nîqaş hatin kirin û girîngiya têkoşîneke hevpar hate tekezkirin.
Girîngiya Hevgirtinê Hat Tekezkirin
Di dema hevdîtinan de, derbarê xebatên ku şaredarî ji bo jinan dimeşîne de agahiyên berfireh hatin dayîn. Bi taybetî xizmetên Navendên Jiyan û Hevgirtinê yên Jinan, her wiha mekanîzmayên piştgiriya zagonî û derûnî yên ji bo jinan hatin ragihandin.
Armanca van hevdîtinan ew e ku li dijî tundiyê hişmendî bê bilindkirin û rêxistinbûn bê xurtkirin. Ev çalakî dê di tevahiya meha Tebaxê de li park û qadên giştî yên li seranserê navçeyê berdewam bikin.







