ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2026'AN

  • 09:00 7 Tebax 2026
  • Rojev
 
* "Îro Rola sînemayê di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, xeta şahidiyê vediguhere xeta avakirinê. Aştiyeke mayînde ne tenê bêdengbûna çekan e, bi heqîqetê dixwaze ew hilweşîna ku hatiye afirandin bê başkirin e. Aştiyeke mayînde bi îradeya civakê pêkane. Bîr panzehra kolonyalîzmê ye û sînema cihê herî bi bandor yê panzehrê hildiberîne ye." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
* Narinç Onver ya ji gundê Deloqan a Qilebanê ku tevî hemû zext û ferzkirina cerdevaniyê axa xwe terk nekir wiha got: “Tevî hemû êşê min gundê xwe terk nekir.” BI DÎMEN 
 
*Hevberdevka Meclîsa Jinan a SODAP’ê Fatma Înce, diyar kir ku aştiyeke mayînde bi tevlibûna jinan û ewlehiya hiqûqî pêkane û got divê jin di pêvajoyên çêkirina destura bingehîn û qanûnê de wek kirde cih bigirin. DÎMEN HEYE
 
* Denîz Firat ku di qadên herî dijwar ên şer de berê kameraya xwe da heqîqetê û şahidiya jin, zarok û gelê berxwedêr kir, 12 sal berê ji aliyê DAIŞ’ê ve hat qetilkirin. Denîz Firat bi gotinên xwe yên "Hûn biçin ez bi kamereya xwe şer dikim", ji nûçegîhaniya şer wêdetir, bû manîfestoya polîtîk a parastina heqîqetê.
 
*Aktîvîsta TJA’yê Nesrîn Akgul a ku Qanûna Çarçoveyê wekî “Qanûna destpêkê” nirxand, anî ziman ku pêvajoya demokratîkbûnê dikare bi pêşengiya jinan, avakirina civakî û sazûmaniyên nû yên qanûnî pêş ve biçe." BI DÎMEN 
 
*Dayikên Aştiyê têkildarê qanûna çarçoveyî ya “Xurtkirina Hevgirtina Mîllî û Yekparebûna civakî” axivîn û diyar kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.  BI DÎMEN