Dayikên Aştiyê yên Cizîrê: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin

  • 09:43 7 Tebax 2026
  • Rojane
Neslîhan Kardaş 
 
ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê têkildarê qanûna çarçoveyî ya “Xurtkirina Hevgirtina Mîllî û Yekparebûna Civakî” axivîn û diyar kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. 
 
Pêşnûmeya "qanûna çerçoveyî" ya ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dihat payîn, pêşkêşî Serokatiya Meclisê hate kirin. Pêşnûmeya ji 12 xalan pêk tê, dê roja Înê ango îro di Komîsyona Adaletê de û roja Yekşemê jî di Lijneya Giştî ya Meclisê de bê gotûbêjkirin.
 
Dayikên Aştiyê yên Şirnexê derbarê mijarê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn. 
 
'Ji bo aştiyê her dixebitin'
 
Kurê Şîrîn Demîr 10 sal in girtiyê û cezayê muebetê lê hatiye birîn û birayê wê jî di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye û wiha hest û ramanê xwe anî ziman: "Me ji destpêka vê pêvajoyê ve baweriya xwe bi rêberê xwe aniye. Em êdî şer naxwazin. Divê hemû girtiyên siyasî yên di zindanan de werin berdan û rêberê me divê azadiya xwe bi dest bixe. Birêz Abdullah Ocalan aştiyê dixwaze; ew mirin, xwîn, girtin û hêstiran naxwaze. Wî her tim ji bo aştiyê têkoşîn daye. Rêberê me gavên pir mezin avêtiye û niha dora dewletê ye. Em dixwazin ku qanûna ku hatiye parlementoyê di zûtirîn dem de were pejirandin. Divê ev qanûn di serî de azadiya fîzîkî ya rêberê me jî di nav xwe de bigire. Piştî vê yekê, divê hemû girtiyên siyasî werin berdan. Em aştiyê dixwazin. Em bang li dayikên leşker û polîsan jî dikin, bila destên xwe bidin dayikên Kurdistanê û bila şer raweste. Tevî temenê me, em li kolanan û li her derê ji bo aştiyê dixebitin; bila em jî bikaribin bi aramî li malên xwe rûnin."
 
'Em azadiya rêberê xwe dixwazin'
 
Raziye Menekşe ku 19 sal berê yek ji zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kir, wiha axivî: "Em dixwazin aştî pêk bê û xwîn raweste. Em êdî naxwazin zarokên me werin kuştin. Em ji bilî aştiyê tiştekî din naxwazin. Em dixwazin rêberê me were berdan. Divê ew dîsa di nav gelê xwe de be. Ger rêberê me were berdan, her tiştê din dê baş be. Wê demê zimanê me yê dayikê jî dê azad bibe."
 
'Em dixwazin bi zimanê xwe bijîn'
 
Nermiye Îverendî, diyar kir ku ew dayika gerîlayek, şehîdek û girtiyekî ye û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Berî her tiştî, em daxwaza serbestberdana rêberê xwe dikin. Piştî vê yekê, divê hemû girtiyên siyasî werin berdan. Em jî dixwazin bi ziman û çanda xwe bi azadî bijîn. Em dixwazin zarokên me di dibistanan de bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Em dixwazin li her derê bi zimanê xwe bijîn. Piştî ku rêberê me azad bibe, em jî mîna hemû gelên din mafên xwe dixwazin. Heta ku rêberê me azadiya xwe bi dest nexe, baweriya me bi pêvajoyê nîne."
 
'Em dixwazin vegerin ser axa xwe'
 
Melîha Fîdan, kurên wê 11 sal in di girtîgehê de ye û yek jî di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest da ye û wiha bi lêv kir: "Em dixwazin zarokên me ji girtîgehê werin berdan, rêberê me azadiya xwe bi dest bixe û vegere cem gelê xwe. Em dixwazin bi zimanê xwe bijîn. Em dixwazin li nexweşxane an saziyên fermî bikaribin bi zimanê xwe biaxivin û werin fêmkirin. Em êdî şer naxwazin. Em naxwazin ku êdî dayik hêstiran birijînin. Gundên me di salên 90'î de hatin şewitandin û em dixwazin vegerin gundên xwe. Em ji gundê Şaxê ne û gundê me hîn jî qedexe ye. Em dixwazin ev qedexe were rakirin da ku em karibin vegerin ser axa xwe."
 
'Pêwiste azadiya rêberê me bê mîsogerkirin'
 
Behiye Ozgun, destnîşan kir ku di dema qedexeyên derketina derve yên li bajarê Cizîr de du zarokên wê jiyana xwe ji dest dane û wiha diyar kir : "Kurê min dema ku hat kuştin, dergistî bû. Me amadekariya daweta wî dikir. Berî her tiştî, em azadiya rêberê xwe dixwazin. Bila mirin rawestin. Zarokên me di jêrzemînan de hatin şewitandin. Em ê heta nefesa xwe ya dawî têkoşîna wan bidomînin. Zarokên me ji bo vê dozê canê xwe dan, ji ber vê yekê em aştiyê dixwazin. Divê azadiya rêberê me niha were misogerkirin. Me gav avêt, aliyê din neavêt. Divê em hemû bi hişmendiyeke çareseriyê nêzî vê yekê bibin."
 
'Her kes gavên ku dewlet dê bavêjê dişopîne'
 
Dayika Aştiyê Hatice Durmuş jî zarokekî xwe winda kir û bi salan e ji yê din agahî nagire. Hatice Durmuş tekez kir ku divê qanûn azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bide pêşiyê û got: "Divê hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehê werin berdan. Li hundir gelek girtiyên nexweş hene. Li hundir siyasetmedar hene û em azadiya hemûyan dixwazin. Em nasnameya xwe dixwazin û em dixwazin wekî hemû gelan xwedî mafên wekhev bin. PKK'ê çekên xwe danîn; ev ne biryarek hêsan bû. Niha her kes gavên ku dewlet dê bavêje dişopîne."
 
'Ji bo rêberê me divê gav bên avêtin'
 
Nafiye Kurt, diyar kir ku zarokê wê di berxwedana Kobanî de jiyana xwe ji dest daye û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Bila êdî aştî were sazkirin û xwîn raweste. PKK gelek gav avêtiye. Me ji bo aştiyê bedelên giran daye; bila kesek din wî bedelî nede. Em jî westiyane. Divê dewlet me nexapîne û zû tevbigerin. Em şer naxwazin. Bila rêberê me azad bibe. Ger ji bo azadiya rêberê me gav nehatibin avêtin, em nikarin dewletê samîmî bibînin. Bila ji bo vê yekê çi pêwîst be were kirin. Em jî westiyane."