Ji xala 1’an heta xala 6’an a qanûna çarçoveyî hat qebûlkirin
- 21:13 10 Tebax 2026
- Ramyarî
ENQERE - Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî”’ di Desteya Giştî ya Meclisê de tê nîqaş kirin. Ji xala 1’an heta xala 6’an a qanûna çarçoveyî hat qebûl kirin û Desteya Giştî bi beşa 2’yemîn ve berdewam dike.
Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku 12 xalan pêk tê û bi 367 îmzayan ji Serokiya Meclisê re hat pêşkêşkirin piştî di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de hat erêkirin, li Desteya Giştî ya Meclisê tê nîqaşkirin. Civîn li ser xala 2’yan a qanûna çarçoveyî nîqaş û nirxandin ve berdewam dike. Piştî nîqaş û nirxandinên li ser xalên qanûna çarçoveyî ji xala 1’an heta xala 6’an a qanûna çarçoveyî di Desteya Giştî de hat qebûlkirin.
Desteya Giştî bi beşa 2’yemîn nirxandinên li ser xalên din ên qanûna çarçoveyî ve berdewam dike.







