Hunermend Nuarîn wê sibê derxin dozgeriyê
- 21:53 12 Tebax 2026
- Rojane
STENBOL - Hunermend Nuarîn a ku piştî 11 salan vegeriya Tirkiyeyê û li Balifirgeha Çûkûrovayê hatibû binçavkirin dê sibe derxin dozgeriyê.
Hunermend Nuarîn (Songul Seçmen) a di sala 2015an de çûbû bajarê Parîsê yê Fransayê, piştî 11 salan bi 2 zarokên xwe re xwest serdana malbata xwe ya li navçeya Akdenîzê ya Mersînê dimîne, bike. Nuarîn û du zarokên xwe dema bi ji balefirê daketin Balafirgeha Çûkûrovayê polîsên ew binçav kir û birin Midûriyeta Polîsan a Tarsûsê. Polîs piştre Nuarîn birin TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Mersînê û dozgeriyê biryara nepeniyê danibû li ser dosyeyê.
Îfadeya emniyetê bi dawî bû, Nuarîn dê sibe derxin dozgeriyê.







