Dayikên Şemiyê: Bila kujer bên darizandin

  • 13:25 15 Tebax 2026
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1116'emîn de aqûbeta Nadîr Nayci yê beriya 33 salan di sala 1993yan de hatibû binçavkirin pirsin.
 
Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1116'emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD'a Stenbolê, Dayikên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneya windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê li aqûbeta Nadîr Nayci yê 33 sal berê di sala 1993'yan de li Cizîrê hatibû windakirin hate pirsin. Metna daxuyaniyê Dayika Şemiyê Îkbal Eren xwend.
 
Îkbal Eren diyar kir ku ew 33 sal in ji bo Nadîr Nayci edaletê dixwazin û got: “Çîroka Nadîr Nayci nişan dide ku bêedaletî çawa li vî welatî belav bûye. 33 sal in malbat dipirse ku Nadîr Nayci çawa hate binçavkirin, li ku ye û berpirsiyar kî ye lê belê hê jî tu bersiv nehatiye danîn. Li cihê ku aqûbeta welatiyan nayê zanîn, em nikarin qala aştiyê bikin. Nadîr Nayci 65 salî bû û bavê 7 zarokan bû. Li Cizirê dijiya û karê erebeya hespan dikir. Di sala 1993'yan de ji bo hespekî bide xizma xwe çû li gundê Biyaqûbkê. Piştî rojekî hesp hate malê lê Nadîr nehat malê. Kurê Nadîr paşê li aqûbeta bavê xwe pirsîn, hînbûn ku bavê wan tu carî neçûye gund. Nadîr Nayci ji bo herê gundê xwe diviya gundê Kuştepeyê derbas bibe. Kuştepe jî wû demê navenda Hîzbûllahê bû. Kurê Nadîr, Ramazan Nayci çû li gel fermadarê cendermeyan a navçeyê Cemal Temîzozê û qala aqûbeta bavê xwe kir û xwest li gundê Kuştepeyê lêgerîn pêk werê. Lê Cemal Temîzoz ji Ramazan Nayci re got; ‘Tu bi xwe here bavê xwe bigirê.’ Di sala 2009'an de di malên gundê Basîsikê de lêgerîn hate lidarxistin û hestiyên mirovan hate dîtin. Malbat ji bo testa DNA'yê serlêdan kir lê ev daxwaz ji aliyê Serdozgeriya Komarê a Cizîrê ve hate redkirin. Îtirafkar Mehmet Nurî Bînzet di doza JÎTEM'ê a Cizîrê de îfade dan û diyar kir ku Nadîr Nayci ji aliyê Hîzbûllahê ve hate revandin. Ev 33 sal e em dipirsin; çima ev îdia baş nehatin şopandin? Çend sal derbas bibe jî em ê li aqûbeta Nadîr Nayci bipirsin.”
 
Nameya kurê Nadîr Nayci, Ramazan Nayci ji Cizîrê şandiye ji aliyê Sercan Çalçi ve hate xwendin.
 
Ramazan Nayci di nameya şandiye de bi bîr xist ku bavê wî 33 sal berê hatiye windakirin û wiha got: “Ev 33 sal in, li benda agahiyê me. Ji ber ku gora me tune ye ev bendamayîn jî bi dawî nabê. Her roj hîs dikim ku sankî dê bavê min vegerê. 33 sal derbas bûn lê ji deweletê, me tu alikarî nedît. Em ji dewletê gelek tişt naxwazin, tenê cihê bavê xwe dixwazin. Bila hestiyan bidin me û em bi destê xwe bavê xwe veşêrin. Heqîqet û mafê gorê ev 33 sal e tê taloqkirin. Em gora bavê xwe dixwazin.”
 
Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.