'Em ê parastina azadiya çapemenî bidomînin'
- 13:34 15 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - MKG, DFG û DÎSK Basin-Îş, têkildarê astengkirina hesabên medyaya dijîtal ên JINNEWS û NûJINHAY'ê daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin: "Em ê parastina azadiya çapemenî bidomînin."
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û DÎSK Basin-Îş têkildarê sansûrkirina hesabên dijîtal daxuyaniyeke nivîskî dan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Zextên li ser medyaya jinan, ku deng, têkoşîn û rastiyên jinan eşkere dike, bi sînorkirinên gihîştinê yên ku di qada medyaya dîjîtal de têne sepandin berdewam dikin. Em, piştî astengkirina hesabên medyaya dîjîtal a JINNEWS’ê , astengkirina gihîştina hesabên ajansa nûçeyan a jinan a NûJINHA’yê jî wekî destwerdanek eşkere ya azadiya çapemenî û îfadeyê dibînin.
Bi salan e, rojnamevanên jin bi zextên piralî re rû bi rû mane, di nav de binçavkirin, girtin, doz, gef û astengiyên li pêşiya şopandina nûçeyan. Di demên dawî de, ev polîtîkayên tepeserkirinê bi sînordarkirinên gihîştina platformên medyaya dîjîtal re jî girantir bûne. Rakirina naveroka nûçeyan, astengkirina gihîştina malper û hesabên medyaya dîjîtal, vediguhere mekanîzmayeke sansurê ku armanc dike pêşî li rojnamevaniyê bigire û negihêje qada giştî.
Dezgehên medyayê yên jinan, di serî de JINNEWS û NûJINHA, sûcên li dijî jin û zarokan, şîdeta mêr-dewletê, binpêkirinên mafên mirovan, wêrankirina ekolojîk, encamên şerê li ser jinan û têkoşînên ku jin di hemû aliyên jiyanê de pê re rû bi rû dimînin, tînin ber çavên raya giştî. Rakirina van weşanan a ji platformên dîjîtal ku dengê jinan tê de tê bihîstin, ne tenê destwerdanek li dijî dezgehên medyayê ye; di heman demê de hewldanek e ku xuyabûna deng û têkoşînên jinan asteng dike.
Di hawîrdorekê de ku azadiya çapemenî û derbirînê her ku diçe tê sînordarkirin, platformên dîjîtal bûne yek ji kanalên herî girîng ên ji bo rojnamevanan da ku bigihîjin raya giştî. Sînordarkirina berdewam a van platforman bi rêya biryarên îdarî û dadwerî rasterast mafê raya giştî yê agahdariyê binpê dike. Astengkirina gihîştina hesabê saziyeke nûçeyan tê wê wateyê ku jinên nûçeyan çêdikên neyên dîtin.
Ne tesaduf e ku saziyên nûçeyan ên ku bi taybetî li ser pirsgirêkên jinan disekinin, bi sînordarkirinên gihîştinê yên li pey hev re rû bi rû dimînin. Her destwerdanek li dijî rojnamegeriya ku ezmûn, nerazîbûn û têkoşînên jinan belge dike, beşek ji wê siyasetê ye ku dengê jinan di qada giştî de sînordar dike.
Em careke din dubare dikin: Rojnamegerî sûc nîne. Ragihandina nûçeyan, gihandina rastiyê ya ji raya giştî re û eşkerekirina dengê jinan nayê astengkirin. Divê astengiyên gihîştina hesabên medyaya dîjîtal ên JINNEWS û NûJINHA’yê tavilê werin rakirin û sansura dîjîtal a li dijî dezgehên medyayê bi dawî bibe.
Wekî rêxistinên pîşeyî, em ji raya giştî re radigihînin ku em li kêleka rojnamevanên jin û rêxistinên medyayê yên ji hêla jinan ve têne rêvebirin in û em ê parastina azadiya çapemenî û derbirînê bidomînin."







