ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2026'AN
- 09:00 19 Tebax 2026
- Rojev
* Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen, diyar kir ku têkoşîna ku jinan bi salan e dimeşînin yek ji dînamîkên herî xurt ên pêvajoyê ne û got: "Divê îrade û daxwazên azadiya jinan di rêziknameyên qanûnî yên pêşerojê de werin garantîkirin." BI DÎMEN
*Ji Komîsyona Ekolojiyê ya HDK'yê, Kivanç Sert, diyar kir ku gotinên derbarê "veguhertina şênkayê" û senaryoyên "serkeftina her du aliyan" de, ne tiştekî din in ji bilî xapandinê. Kivanç Sert destnîşan kir ku şîrket bi rêya kampanyayên veguhertinê berpirsiyariyên xwe bar dikin ser milê gel û tekez kir ku çareseriya rastîn ne di bijartinên takekesî de, lê di polîtîkayên hilberînê û têkoşîna kolektîf de ye. DÎMEN HEYE
*Endama rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd Mîna Acer, derbarê wêjeya kurdî û xebatên komeleyê de axivî û got: "Nivîskar nikarin çavên xwe li pirsgirêkên civakê bigirin û nikarin ji civaka xwe dûr bimînin. Divê nivîskarên kurd li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiyê ava bikin û bi lîstina roleke çalak di vê pêvajoyê de, berpirsiyariyên xwe bi cih bînin." DÎMEN HEYE







