TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin
- 15:30 26 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku madeyên di laşê Rojîn Kabaîş de hatine dîtin nîşan didin ku mirina wê encama kuştinê ye û bang li Wezaretên Edalet û Tenduristiyê kir ku hemû daneyên adlî û tibî têxin nav pêvajoya lêpirsînê.
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê Rojîn Kabaîş ya ku li Wanê di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Kuştinên jinan ên ku her roj li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tên, encama zîhniyeta mêr dewletê û polîtîkayên şerê taybet ên rejîma bêcezatiyê ne; ev rewş kuştina sîstematîk a jinan kûrtir dike. Mekanîzmayên dewletê yên ku sûcdaran bi perdeya bêcezatiyê diparêzin, li şûna ku wan eşkere bikin bi her lêpirsîneke bêbandor û her delîlekî ku vedişêrin, dibin hevkarên rasterast ên van sûcan. Doza Rojîn Kabaîş mînakeke berbiçav a vê têgihîştina bêcezatiyê û nêzîkatiya siyasî ye. Tevî dema ku di ser kuştina wê re derbas bûye, hewldana ji roja ewil ve ji bo wekî ‘xwekujî’ nîşandana bûyerê, nîşana hewldaneke berdewam a veşartina rastiyê bû. Lêbelê, madeyên Rocuronium û Ornidazole ku di dema otopsiyê de di laşê Rojin de hatin dîtin, delîlên berbiçav in ku zelal dikin mirina wê ne xwekujî, lê kuştin bûye.
Divê rayedarên lêpirsînê demildest bersiva van pirsan bidin:
* Ev madeyên tibî ji aliyê kê ve û çawa li laşê Rojîn hatin sepandin?
* Çima qeydên nexweşxaneyê yên têkildarî gihîştina dermanan û bikaranîna wan demildest nehatin kontrolkirin û çima zincîra gumanan nehat lêkolînkirin?
* Çima ev delîlên girîng ku dê rêça lêpirsînê biguheranda, heta niha hatin veşartin?”
Banga Wezaretên Edalet û Tenduristiyê
Em bang li Wezareta Edaletê, Wezareta Tenduristiyê û rayedarên darazê dikin ku bikevin nava liv û tevgerê: Divê hemû daneyên tibba edlî, pêvajoya gihîştina dermanan û delîlên biyolojîk bi awayekî ku tu cih ji bo gumanê nehêle, di nava lêpirsînê de cih bigirin. Wekî TJA, em ê rê nedin ku kuştina Rojîn Kabaîş di bin navê "xwekujiyê" de were jibîrkirin an jî bi rêbazên şerê taybet were nixumandin. Heta ku rastî derkeve holê û sûcdar ligel hemû kesên ku di veşartina bûyerê de berpirsiyar in werin darizandin, em ê têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta mêr dewletê bidomînin.
Ji bo Rojîn Edalet!
Jin, Jiyan, Azadî!"







