Ji Amedê bang kirin: Em ê ji bo Rojîn Kabaîş biçin Wanê

  • 17:59 30 Tebax 2026
  • Rojane
AMED- Înisîyatifa Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ya Jinan li Amedê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê  de hat diyarkirin ku divê mirinên bi guman bi bandor bên lêpirsînkirin û wiha hate gotin: “Em ê meha îlonê de biçin Wanê û ji bo Rojîn Kabaîş pirsên xwe bipirsin û têkoşîna xwe bidomînin.
 
Înisîyatifa Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ya Jinan li eywana Çand Amedê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê civîna jinan li dar xist. Civîna ku bi saetan domkir ji çapemeniyê re girtî hat kirin. Piştî civînê înisiyatifê li ber deriyê Çand Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “Ne mirina gumanbare, kuştina jinê ye! Bila tundiya mêrên bi ûnîforma û bêcezahiştina wan bi dawî bibe!” û wêneyên jinên ku hatine kiştin hatin rakirin. Jinan diruşmên “Jin Jiyan Azadî” , “Bijî hevgirtina jinan” berz kirin. Daxuyaniya bi Kurmancî Seroka Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) Salîha Ayata, bi Tirkî jî endama înisiyatîfê Berfîn Atli xwend.
 
‘Hêza xwe ji kuderê digirin ku vê kuştinê pêk tînin’
 
Salîha Ayata da zanîn ku ji Amedê, bajarekî ku tundiya li dijî jinan, mirinên “gumanbar” ên jinan, windabûn û dozên neçareserkirî li ser hev tên û ev tişt gotin: “Em weke, Înisiyatifa Jinan a Pêdiviya Min bi Astiyê Heye, dipirsin. Kî ji wan komên krîmînal, çete û mafyayî pêk tê ku jinan di bin gefa “windabûn û kuştinê” de neçarî bikaranina madeyên hişbir û fihûşê dikin? Ew hêza xwe ji ku digirin û kî wan diparêze? Çima ev torên krîmînal ku gefê li jiyana jin û ciwanan dixwin, bi bandor nayên lêkolinkirin? Çend roj berê, cenazeyê Gulistan Karadag li navçeya Rezanê hate dîtin ku gef lê hatiye xwarin û li ser laşê wê şûn û şopên birînan hebûn. Du kes hatin girtin, lê xizmên wê dibêjin ku yên ku gef lê xwarine hîn jî azad in. Em dipirsin, çi bi serê Gulistan Karadag ve hatiye? Çima mirina xwendekara Fakulteya Diranan a Zaningeha Dîcleyê ya Amedê Sevîn Ulus, ji Tebaxa 2022yan vir ve nehatiye ronîkirin? Ozge Salman a ji Êlihê ku li Beşa Radyolojiya Dev, Diran û Çeneyê ya Fakulteya Diranan a Zanîngeha Dicleyê asîstana lêkolinê bû. Li gorî agahiyan, ew di 4ê Kanûna 2025an de li mala xwe ya li Peyasê mirî hat dîtin. Doza Ozge çi bû? Kiryarên jina trans a bi navê Sûdenaz ku rojek beriya “Meşa Malbata Mezin” ku di Îlona 2024an de li Amedê pêk hatibû de rastî êrişê hat û jiyana xwe ji dest da bu kî ne? Hêza xwe ji kuderê digirin ku vê kuştinê pêk tînin?”
 
‘Divê komîsyonên rastiyê yên serbixwe werin avakirin’
 
Salîha Ayata diyar kir ku ew bûyerên ku li Amedê diqewimin wekî mirinên normal ên jinan an jî meseleyên takekesî yên tundiyê nabînin û wiha pê de çû: “Polîtîkayên bêcezatiyê, komên sûc, zextên ku hebûna jinan di qada giştî de hedef digirin, polîtîkayên ewlehiyê û serdestiya mêran pergalek tundûtûjiyê diafirînin û hev xurt û têr dike. Weke Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye, em dizanin ku rûbirû mayîna çend rastiyên di nav çend dosyayên dadgehê de pêk nayên û nayên girtin. Em daxwaza xwe ya ji bo lêkolîna sûcên ku li dijî jin û zarokên keç wekî beşek ji siyaseta şer a li herêmê tê kirin sûcdar û kesên wan diparêzin werin darizandin dubare dikin. Divê komîsyonên rastiyê yên serbixwe werin avakirin ku jin tê de xwedî gotin û di nava mekanizmayên biryardanê de bin û sûcên şer werin belgekirin. Em ê di Îlonê de biçin Wanê da ku pirsên xwe yên derbarê Rojin Kabaîş de bipirsin û wekî jin têkoşîna xwe bidomînin da ku cûrbecûr celebên tundûyê yên ji şer û têkiliya serdestiya mêran bi polîtîkayên şer ên taybetî re eşkere bikin û ji holê rakin.”
 
‘Em ê ji bo azadiya jinan têkoşîna xwe bidomînin’
 
Herî dawî Salîha Ayata dest nîşan kir ku di têkoşîna ji bo aştî, azadî û wekheviyê de, ew ê ji bo kesên ku jinan winda kirine edaletê bigerin û piştrast bikin ku ew neyên jibîrkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê li dijî hewldanên veşartina rastiyan têbikoşin û şopdarên edalet û heqîqetê bin. Em ê têkoşîna xwe ya ku ji Kurdistanê dest pê dike, ji bo edaletê ji bo hemî jin, kesên LGBTÎ+ û keçên ku bi zorê hatine windakirin, di bin şert û mercên gumanbar de mirine, an jî sedema mirina wan zelal nebûye, bidomînin. Em careke din aşkere dikin ku tiştên ku tên qewimandin û em dibihîzinem ê şopdarên wan bin û em ê li gorî wan tevbigerin. Em ê li kêleka jin û xwendekarên Amedê ji bo eşkerekirina van torên sûc û ji bo aştiyek rastî bisekinin, em ê ji bo azadiya Jinan li dijî polîtîkayên şerê taybet û tundiya dewleta mêran bisekinin û têkoşîna xwe bidomînin!”