'Em qebûl nakin ku elewîtî wek amûr bê bikaranîn'
- 11:05 1 Îlon 2026
- Rojane
ENQERE - Komîsyona Gel û Baweriyê ya DEM Partiyê angaştên li ser nîşeyên hevdîtanan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê Elewiyan de derewand û diyar kir ku hem Destaya Îmraliyê hem jî partiya wan tiştek bi vî rengî piştrast nake û ew qebûl nake ku hesasiyeta Elewiyan weke amûrê were bikaranîn.
Komîsyona Gel û Baweriyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya ya Gelan (DEM Partî), têkildarê li ser nîqaşên “nîşeyên hevdîtinê” ya ku angaşt tê kirin ku aîde Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, daxuyaniyekê niviskî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin vegotin: “Di van dawiya de angaştek bi vî rengî heye ku hîn nîşeyên hevdîtinê bi birêz Ocalan e û îfadeyên ‘tifaqa Yavuz Sultan Selîm û Îdrîsî Bîtlîsî’ hatiye gotin. Beriya niha jî hem Desteya Îmraliyê hem jî partiya me ew tiştê ku tê angaştkirin derewandin. Wekî wan jî diyar kiriye bi nirxandineke birêz Ocalan a bi vî rengî tune ye. Bi nêzikatiya birêz Ocalan tê xuyakirin ku ‘Elewî jî kirdeya vê pêvajoye ne’. Elewî jî pêkhateyên pêvajoya aştî û civaka demokratîk in.
Nêzîkiyatiya ku dixwazin Elewiyan li derveyî vê pêvajoyê bihêlin, bi van gotinan nagihêjîn armanca xwe. Dixwazin Elewiyan li dijî pêvajoyê nîşan bidin, ev tişt nayê qebûlkirin. Elewîtî baweriyeke li pey heqîqetê ye, her tim aqlê edaletê ji xwe re kiriye bingeh. Elewî gotinên li ser wan tên gotin dikarin ji aliyê baweriya xwe ve binirxînin. Em wek Komîsyona Gel û Baweriyê ya DEM Partiyê qebûl nakin ku hesasiyeta Elewîtî û Elewiyan bibe amûr.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Elewiyan şansekî ye ku Elewî bi baweriya xwe ya azad bijîn. Em dîsa tînin ziman ku Elewî kirdeya vê pêvajoyê ne.”










