Şêniyên Qamişlo û Girkê Legê daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî kirin

  • 12:45 2 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şênî û xwendekarên Qamişlo û bajarokê Mistefawiyê yê Girkê Legê biryara Wezareta Perwerdeyê ya veqetandina 3 demjimêrên heftane ji bo hînkirina zimanê Kurdî şermezar kirin û daxwaza pejirandina zimanê Kurdî di perwerdeya dibistanan de kirin.
 
Însyatîfa Gel a bajarê Qamişloyê bi beşdariya şagirt, malbatên şagirtan, mamoste û gelê Qamişloyê ji bo şermezarkirina biryara hikumeta veguhêz a Şamê ya derbarê zimanê Kurdî de meşek li dar xist. Meş bi dirûşma “Zimanê Me Hebûna Me Ye, Em Mafê Bi Perwerdehiya Kurdî Dixwazin” pêk hat. 
 
Bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Meş ji Qada Şehîdan a li naverasta bajêr dest pê kir û heta ber avahiya Gerînendeya Perwerdeyê ya Qamişloyê berdewam kir. Gel û şagirtan di meşê de pankartên bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî ku li ser “Zimanê Kurdî Çand û Hebûna Me Ye”, “Bila Zimanê Me Bijî”, “Zimanê Dayîkê Ruhê Netewî Ye” û hwd hatibûn nivîsîn hatin hildan. Diruşma “Bê Ziman Jiyan Nabe” hat berzkirin.
 
Li ber avahiyê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê mamoste Henan Bekir ve hat xwendin. Daxuyanî wiha ye.
 
“Li gorî peymana 29’ê Çileya 2026’an li Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya entegerasyonê dimeşe. Li gorî pîvanên entegrasyonê, gelê Kurd wekî neteweyeke resen ya Sûriyayê hat qebûlkirin. Divê her karê ku tê meşandin li ser esasê pîvana hebûna Kurdan ya Sûriyayê bimeşe.
 
Di dema dawî de gelek bûyerên ku vê pîvanê derbas dike, yan jî bin pê dike, rû dide. A herî dawî ji bo ku navê Kobanê bikin Eyn Ereb, hinek hewldan çêbûn. Di heman demê de Hikumeta Demikî dixwaze ku vê siyaseta xwe di hemû cografiyeta kurdî de bisepîne. Navên herêman biguherîne. Di nava demê de jî van herêman ji kurdewarîbûna xwe dûr bixe.
 
Ew helwest li dijî peymana 29’ê Çileyê ye. Di heman demê de ew helwest li dijî hebûn, nasname û zimanê kurdî ye. Em vê helwestê qebûl nakin. Em kurd in, zimanê me kurdî ye, û cih û warên bav û kalên me jî bi kurdî ye.
 
Divê Hikumeta Demikî, rêzê nîşanî vê rastiyê bide û di warê qanûnî de jî, vê rastiyê nas bike.
 
Em wekî gelê Qamişloyê ji rayedaran re dibêjin, ku rêzê nîşanî me, zimanê me û dîroka me bidin. Daxwaza me ew e, li dijî vê yekê tu helwestên înkarkirina Kurdan em qebûl nakin.
 
Ji bo entegrasyon bi ser bikeve, divê Hikumeta Demikî jî erkê li ser milê xwe bi cih bîne. Û divê hemû gelê kurd jî di vî mijarî de baldar û hestiyar be.
 
Gelê me di van mijaran de tavîz nade. Gelê me li ser hebûna xwe êrîşan qebûl nake. Em bendewarên ku her kes erkên li ser milên xwe bi cih bîne û aştiya civakî biparêze.”
 
Piştî daxuyaniyê şagirtan strana “Şirîn û Xweş e Zimanê Kurdî” gotin, meş bi dirûşma “Bê Ziman Jiyan Nabe” bi dawî bû.
 
Li bajarokê Mistefawiyê yê Girkê Legê, xwendekar û şêniyên bajarok û gundên derdorê daketin kolanan û daxwaza mafê xwe yê perwerdeyê bi zimanê dayikê kirin.
 
Xwepêşandan bi xwendina daxuyaniyekê ku biryara Wezareta Perwerdeê ya derbarê zimanê Kurdî de red dikir bi dawî bû.
 
Daxuyanî li ber dibistanekê ji aliyê jineke ciwan a bi navê Yasmîn Elî ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de ji Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê hate xwestin ku biryara xwe betal bike, zimanê Kurdî wekî zimanê perwerdeyê ji bo hemû dersan li dibistanên li deverên ku piraniya wan Kurd in qebûl bike û zimanê Kurdî bike zimanê fermî yê perwerdeyê li dibistanan.