Malbata Sorxwîn Amed: Ew ji bo welat, nasname û ziman çûn
- 09:43 12 Îlon 2026
- Rojane
Rojda Aydin
AMED - Ji cangoriyên ku yek jê jiyana xwe ji dest da jî Nuriye Çelîk (Sorxwîn Amed) e. Dayik û Meta wê dest nîşan kirin ku ew ji bo azadiya welat, nasname û zimanê Kurdî çûye û gotin, ji ber vê yekê êdî bila aştî pêk bê.
Bi Pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) a Amedê de ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane hem li navenda Amedê û hem jî li 8 navçeyên wê bernameyên bîranînê hatin lidarxistin. Di bîranînan de bi hezaran kes bi yek dengî gotin “şehît namirin”. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dan yek jî Nuriye Çelîk (Sorxwîn Amed) e ku li navçeya Licê ji bo wê bîranînê hat lidarxistin.
Dayika Nuriye Çelîk, Zubeyde Çelîk û meta wê Saniye Ektî axivîn û gotin ew ê têkoşîna wê bidomînin.
‘Daxwaza zarokên me welatekî azad bû’
Dayik Zubeyde Çelîk anî ziman ku keça wê Nuriye Çelîk 13 sal berê tevlî tevgera azadiyê bûye û di 8’ê Cotmeha 2019’an de jî li Cîloyê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye. Zubeyde Çelîk, di axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got, “Niha pêvajoya aştiyê heye. Aliyê me gav davêjin, lê belê aliyê wan gavê navêjin. Bila demildest aştî pêk bê û deriyê girtîgehan bê vekirin û hemû girtî bên berdan. Gelek girtî hem nexweşin û hem jî temenê wan mezin e. Em ji ber şehîdên xwe serbilindin. Ew rûmeta me ne. Ew ji bo gelê xwe çûn û jiyana xwe ji dest dan. Divê gelê me yê Kurd xwedî şehîdên xwe derbikeve. Xwdî li armanc û daxwazên wan derkeve. Zarokên me aştî nedîtin, bila hevalên wan bibînin. Daxwaza zarokên me jî welatekî azad bû.”
‘Em ê tu carî serê xwe natewînin’
Meta Sorxwîn Amed Sanîye Ektî jî sersaxî ji hemû malbatên cangoriyan re xwest û wiha domand, “Ew şehîdên me yên nemir ji bo welat, nasname û zimanê xwe canê xwe dan. Serê me ji ber zarokên me bilind e. Em heta ku saxbin em ê li ser şopa wan bin. Divê em rêya wan bişopînin. Rêya rast ketiye ber me. Şehîdên me rêya rast nîşanî me dan. Ew hemû rûmeta me ne. Em bi wan serbilind in. Em ê heta dawiyê li ser şopa wan bin. Em ê tu carî serê xwe netewînin.”
‘Daxwaza wan nasname û axa wan bû’
Sanîye Ektî destnîşan kir ku zarokên wan ne ji bo tiştekî ji bo azadiya gelê xwe çûne û wiha pê de çû, “Ew mirovên ku çûn û şehîd ketin pêdiviya wan bi tiştekî tunebû. Daxwaza wan nasname û axa wan bû. Canê xwe dan ji bo welatê xwe. Me berê xwe da çiyayên Kurdisanê. Li çiyayan li hember dijmin karxezal û şêrên me bi biryar bûn. Sond xwarin gotin em ê li ser vê axê serbilind bijîn. Bijî Apo. Bijî ji kesên ku îro li berx we didin. Bila kes êdî nebêje me mal û pereyên xwe winda kir. Bila bêjin me karxezal û şêr winda kirin. Em layiqî bîranînên wan bin. Bi hezaran keç û xortên me ji bo vê axê têkoşîn dan.”







