Ji FEDA û YJAD’ê banga Rojava

  • 15:07 13 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - FEDA û DAKB’ê diyar kir ku qetilkirina Sîpan Hiznî, şewata li girtîgeha Kobanê, astengiyên li ser mafê perwerdeya bi Kurdî û binçavkirinên li Rojava, fikarê çêdikin.
 
Federasyona Demokratîk a Elewî (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (YJAD) nerazîbûn nîşanî qetilkirina şervanê Tugaya Hesekê Sîpan Hiznî, mudaxileya li hemberî protestoyên li Kobanê û binçavkirina gelek kesan da.
 
Saziyan diyar kir ku divê mirinên li Kobanê bi hemû aliyan ve bên lêkolînkirin û bang kir ku berpirsyar bên diyarkirin û lêpirsîneke serbixwe û zelal were meşandin. Hate bibîrxistin ku piştî şewatê li herêmê ji bo 2 rojan şîn hate ragihandin.
 
Di daxuyaniyê de her wiha nerazîbûn nîşanî helwesta rêveberiya Şamê ya li hemberî perwerdeya Kurdî ya li Rojava, hate dayîn û hate gotin, ziman hafizaya gelekî ye.
 
FEDA û YJAD’ê îfade kir ku divê mudaxileyên ewlekariyê, binçavkirin û astengiyên li ser mafê ziman bi hev re bên nirxandin û bang kir ku divê li hemberî provokasyonên ku tengasiyê navbera gelan derdixin, baldarî hebe.
 
Di dawiya daxuyaniyê de FEDA û YJAD’ê xwest ku berpirsên qetilkirina Sîpan Hiznî bên eşkerekirin, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ya gelê Kurd were parastin, destkeftiyên gelên Rojava bên parastin û hurmet nîşanî mafê demokratîk ê profestoyê were dayîn.