'Navê Jînayê sînorê mala me ya biçûk derbas kir'

  • 13:52 14 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di ser qetilkirina Jîna Emînî re 4 sal derbas bûn, ku bû sembola serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî'. Bavê wê Emced Emînî got, "Keçeke me hebû û ew ji me standin. Lê hezkrina mirovan bi hezaran ewladên din tevlî malbata me kir."
 
Di salvegera çaremîn de ku Jîna Emînî li Tehranê di binê çavan de hate qetilkirin, bavê wê Emced Emînî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal têkildarî salvegera qetilkirina keça xwe de peyamek weşand.
 
Emced Emînî diyar kir ku li gel çar salên di ser re derbas bûne êşên wan hîn sivik nebûye û got, Jîna hîn jî keça wan e ku jiyana wan dixemilîne. Emînî anî ziman ku piştî mirina keça wan navê wê ji sînoran derbas bû û bal kişand ser piştevanî û hezkirina civakê.
 
Emced Emînî got, "Keçeke me hebû û ew ji me standin. Lê belê hezkirina mirovan bi hezaran ewladên din tevlî malbata me kir."
 
Bav Emînî xwest, rastî bê ronîkirin û got, "Di hembêza vê xakê de glek can hene; kes bi temamiya sira wan nizane."
 
Jîna Emînî 16'ê Îlona 2022'an li Tehranê ji aliyê "polîsên exlaqê" ve hatibû binçavkirin û hatibû qetilkirin. Piştre li seranserê Îranê serhildaneke bêhempa bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" destpê kiribû.