Li Semsûrê karkera çandiniyê jiyana xwe ji dest da

  • 21:54 16 Îlon 2026
  • Rojane
SEMSÛR – Li navçeya Kolik a Semsûrê  karkera çandiyê Bîrsel Berendî ku piştî xwebata li ser erdê titunê bi traktorê vedigeriyan malê, ji traktorê de ket û jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Kolik a Semsûrê  karkerên çandiyê  yên li ser erdên titundê dixebitîn bi traktorê vedigeriyan malê. Karker Bîrsel Berendî (50) ji  traktorê de ket  û ekîbên hatin cihê bûyerê piştî mudaxaleyê rakirin nexweşxaneyê. Bîrsel Berendî li wir jiyana xwe ji dest da.
 
Der barê  bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.