Mîzgîn Kiliç a hatibû qetilkirin hat definkirin
- 20:24 17 Îlon 2026
- Rojane
AMED – Mîzgîn Kiliç ku li navçeya Yenîşehîr a Amedê ji aliyê O.K ku pê re di asta destberdanê de bû hat qetilkirin, li Goristana Yenîkoy hat definirin.
Li navçeya Yenîşehîr a Amedê Mîzgîn Kiliç ji aliyê O.K yê pê re di asta berdanê de bû ve bi çekê bi giranî hat birîndarkirin. Gumanbar piştre Mîzgîn Kiliçli wesayîtê kir û revand. Piştî kesên derdorê agahî dan polîsan ji bo girtina gumanbar xebat da destpêkirin.
Mîzgîn Kiliç jiyana xwe ji dest da û gumanbar O.K jî dawî li jiyana xwe anî.
Cenaze ji bo otosiyê rakirin Saziya Tipa Edlî. Cenazeya Mizgîn Kiliç ji aliyê xizmên wê ve hat girtin û li Goristana Yenîkoy hat definkirin.







