Li Dêrazorê teqîn: 11 kesî jiyana xwe ji dest da

  • 11:10 19 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrazorê di teqînê de heta niha cenazeyên 11 kesan hatin dîtin û 10 kes jî birîndar bûn.
 
Li bajarokê Eyaş ê dikeve rojavayê Dêrazorê duh teqîn çêbû. Aliyên têkildar dan zanîn ku depoya cebilxaneyê teqiyaye û ev depo girêdayî Wezareta Parastinê ye. 
 
Li gorî agahiyên herî dawî heyanî niha di encama teqînê de 11 kes mirine û 10 kes jî birîndar bûne, xebatên lêgerînê hîna berdewam dike.