Ji bo Taybet Înan ‘Pirtûkdanka Aştiyê’ hat vekirin
- 15:46 21 Îlon 2026
- Rojane
AMED - Bi boneya 21'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Peyasê ya li Park 75ê ji bo dayika Taybet Înan bernameya bîranînê hat lidarxistin. Keça Taybet Înan Şaristan Algan di bîranînê de axivî û da zanîn ku dayika Taybet ne tenê dayikan wan e dayika hemû Kurdan e.
Şaredariya Peyasê ya Amedê û Komeleya BATOÇA'yê bi boneya roja 21'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Pirtukxaneya Berhemên Jinan a Peyasê ya li Park 75ê ji bo dayika Taybet Înan a ku 19'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Silopî ya Şirnexê di dema berxwedana xweseriyê de hatibû qetilkirin, bernameya bîranîne li dar xistin. Di pirtukxaneyê de ji bo dayika Taybet ‘Pirtûkdanka Aştiyê’ hat vekirin. Malbata Taybet Înan, Dayikên Aştiyê, hevşaredarên Şaredariya Peyasê, endamên komeleya BATOÇA'yê û gelek kes tev li bernameyê bûn.
Bername bi nîşandana sînevîzyonê dest pê kir
Di bîranînê de keça dayika Taybet Şaristan Algan axivî û da zanîn ku dayika wê dayika hemû Kurdan e û wiha got: “Dayika min her tim ji me re digot ‘ez dema mirim min bi kesk, sor û zer bixemlînin û wek şehîdekî oxir bikin.’ Ew bu dîrok ket dîroka Kurdistanê. Dayika Taybet ne tenê dayika me ye dayika hemû Kurdan e. Ew tu car nayê jibîrkirin, ji heft heya heftê salê dayika min di hişê gelê Kurd de cih girtiye.”
Hevşardara Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar diyar kir ku ew dayika Taybet tu carî nadin ji bîr kirin û ev tişt anî ziman: “Bi hezaran kesan ji bo rûmeta gelê Kurd jiyana xwe ji dest dan, dayika Taybet jî yek ji wan kesan bû. Gelê Kurd di sedsala komara Tirkiyeyê de herî zêde di deh salên dawî de êş û elem dîtin, ji bo ew êş dîsa neyên jiyandin divê em mil bidin pêvajoya aştiyê.”
Dayika Aştiyê Leyla Aslan jî dest nîşan kir ku ew dê dayika Taybet her tim bi bîr bînin û di bîra xwe de bidin jiyandin.
Bernameya bîranînê bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.







