Xizmên windayan vê hefteyê jî daxwaza edaletê kiriin
- 13:38 3 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih û Colemêrgê vê hefteyê jî çalakiya xwe domandin. Di çalakiyên vê hefteyê de aqûbeta windayan hate pirsîn û hate xwestin ku kujerên bên darizandin.
Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih û Colemêrgê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” ku her hefte li dar dixin domandin. Di çalakiyên vê hefteyê de aqûbeta Vahît Narîn, Mehmet Zekî Ayyildiz û Mecît Baskin hate pirsîn û hate xwestin ku kujer bên darizandin.
Amed
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” di hefteya 921emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin.
ÎHD'ê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqubeta Vahît Narînê di 2yê Cotmeha 1992'an de li navçeya Pasûrê ya Amedê hatiye windakirin hat pirsîn.
Destpêka çalakiyê Sekreterê ÎHDê yê Şaxa Amedê Firat Akdenîz da zanîn ku 31 sal in ew ji bo kesên hatine windakirin li ber xwe didin û wiha axivî: “Heya ku aqûbeta windayên me aşkere nebe wê tekoşîna me berdewam bike.” Firat Akdenîz salvegera Qetlîama Vartînîsê jî bi bîr xist û anî ziman ku ew careke din Qetlîama Vartînîsê şermezar dikin.
Piştî Firat Akdenîz, keça Vahît Narîn, Îkram Narîn diyar kir ku bavê wî kesek xurt û welatparêz bû, ji ber vê yekê êrîşî bavê wî hatiye kirin û ew winda kirine. Îkram Narîn got ku divê êdî kujerên bavê wê werin darizandin û aqûbeta bavê wê were zelalkirin.
Piştî Îkram Narîn, çîroka Vahît Narîn ji aliyê Rêveberê ÎHDê ya Şaxa Amedê Yahya Polat ve hat xwendin.
Çalakiya vê hefteyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên hatine windakirin bi dawî bû.
Êlih
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 757emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de li aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê ku di 15ê Îlona 1993yan de dema ji mala xwe ya li gundê Qurtê yê girêdayê navçeya Farqînê ya Amedê derketibû û çûbû mala xwişka xwe û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatiye girtin hate pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine kuştin û windakirin hildan. Çîroka windabûna Mehmet Zekî Akyildiz ji aliyê Rêveberê ÎHDa Êlihê Metîn Nas ve hate xwend.
Çalakiya Xizmên Windayan û ya ÎHDê bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Colemêrg
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin.” di hefteya 247'an de li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xistin. Parêzvanên mafên mirovan û malbatên windayan vê hefteyê aqûbeta Mecît Baskin ê ku 30ê îlona 1993'an de li Enqereyê hatibû kuştin pirsîn.
Daxuyanî ji aliyê hevserokê ÎHDê yê Colemêrgê Ozan Akbaş ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev 33 sal in kujerên Mecît Baskin nehatine darizandin.
Piştî daxuyaniyê kurê Macît Baskin Eren Baskin da zanîn ku ji zarokatiya xwe ve ew li pey kujerên bavê xwe ye û diyar kir ku tevî hemû delîlan jî ji kujeran hesap nehatiye pirsîn.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.








