Jİ Heyeta Îmraliyê derbarê lijneyan de hevdîtin

  • 14:07 3 Cotmeh 2026
  • Ramyarî
ENQERE - Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Cigîrê Serokkomar Cevdet Yilmaz re civiyan. Di civînê de xebatên Desteya Şopandin û Nirxandinê û Desteyên Jêr hatin nirxandin.
 
Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û Desteya Şopandin û Nirxandinê bi Cigîrê Serokkomar Cevdet Yilmaz re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin nêzî seateke û nîv dom kir. Di civînê de xebatên desteyê û Desteyên Jêr hatin nirxandin. Her wiha endamên heyeta DEM Partiyê yên Îmraliyê hem têkildarî xebatên desteyê agahî wergirtin û hem jî pêşniyar û fikrên xwe pêşkeş kirin.