Evin Keve ya ku ji aliyê gardiyanan ve hat derbkirin dest bi grevê kir

  • 11:04 29 Hezîran 2018
  • Rojane
WAN - Hevşaredara Şaxê ya Wanê Evîn Keve ya ku lêgerîna tazî red kir, ji aliyê gardiyanan ve rastî lêgerîna tazî hat. Keve diyar kir ku rapora lêdanê stendiye û serlêdana sûc kiriye.
 
Hevşaredara Şaxê ya Wanê Evîn Keve, dema ji bo danişînê ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê birin Girtîgeha Tîpa T a Wanê rastî ferzkirina lêgerîna tazî hat. Evîn dema lêgerîna tazî red kir, ji aliyê gardiyanan ve rastî lêdanê hat. Keve, li Girtîgeha Tîpa T a Wanê rastî lêgerîna tazî hat û ji ber ev yek qebûl nekir ji aliyê 6 gardiyanan ve rastî lêdanê hat. Parêzerê Evînê Ekin Yeter, diyar kir ku wî bi muwekila xwe Keve re hevditin kiriye û Keve diyar kiriye ku li dijî vê bê hiqûqiyê ketiye grevê. 
 
Ekîn, anî ziman  ku muwekila wî  Evîn ji bo danişînê anîn Girtîgeha Tîpa T a Wanê û li vir rastî ferzkirina lêgerîna tazî û rastî lêdanê hatiye û wiha got: "Evînê, rastî êrîşa 6 gardiyanan hat. Bi erdê re ha kaşkirin û rastî lê danê hatiye. Ew avêtin hurceyê û dermanê wê jî nedan wê. Evînê rapora darbê girt û serlêdana sûc kir. Dê roja înê piştî nîvro (îro) bibin Enqereyê. Heta wê demê dê di grevê de be."