Ji bo piştevaniya YPJ'ê meş hat lidarxistin

  • 16:39 10 Gulan 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan jin li bajarê Zirganê ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û daxwaza naskirina wan a fermî di nav destûra nû ya Sûriyeyê de meşiyan.
 
Jinên li bajarên Zirgan û Til Temirê, endamên rêxistinên jinan û nûnerên partiyên siyasî, ji bo piştgiriya YPJ`ê û daxwazên bo naskirina wan a fermî li bajarê Zirganê meşiyan.
 
Meş li ber Nanpêjxaneya Jinan a li Zirganê dest pê kir. Beşdaran dirûşmeyên ku daxwaza naskirina YPJ`ê dikin û dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" qîr kirin. Dema ku gihîştin qada Mizgeftê meş veguherî mîtingê
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Kongra Star Meyla Mano bi zimanê Kurdî û Sîlva Ehmed bi zimanê Erebî daxuyanî xwendin
 
Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku di serî de YPJ'ê, divê hemû hêzên ku beşdarî parastina civakî û rûmeta wê bide werin naskirin.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dûrxistin an jî paşguhkirina vê hêzê neheqiyek li hember dîrokeke fedakariyê ye, di heman demê de bingehên avakirina dewleteke demokratîk a li ser rêgezên edalet û beşdarbûnê xera dike.
 
Di daxuyaniyê de ji hemû saziyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên navneteweyî hate xwestin ku piştgiriyê bidin vê daxwaza rewa û ji bo destûreke bingehîn bixebitin ku cihêrengiyê nîşan bide, mafên hemû beşên civakê biparêze û rola jinan wekî hevkarên bingehîn di avakirina siberojê de nas bike.
 
Meş bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.