'Jineolojî zanista azadkirina jin û civakê ye’

  • 12:52 29 Hezîran 2018
  • Rojane
Îlham Eloso
 
KOBANÊ- Jinên ciwan ku ji rojavayê Kurdistanê û Ewropeayê tevli Kampa Jineolojiyê  bûn diyar kirin ku şoreşa jinê,wê  bi têkoşîna azadiyê bi ser kevê.
 
1'emîn Kampa Jineolojiyê ku li Kobanê li ber çemê Firatê bi tevlibûna 50’jinên ciwan ji Efrîn, Kobanê, Herêma Cizîrê û jinên Enternasyonalîst pêk tê di 25’ê Hezîranê de hatbû despê kirin, hîn didome. Kampa ku wê hefteyekê berdewam bike wê waneyên bi vî rengî tê de bên dayîn:Jineolojî, sipor, avjenî, semîner, zimanê kurdî û fêrbûyîna ajotina ereban e. Herwiha di çar rojên buhirî de jî waneyên dîroka jinê û dîroka Kurdistanê li kampê hatin dayîn.
 
Ji jinên ciwan ku tevli 1'emîn Kampa Jineolojiyê bûn  Şehrîban Kadir a ji Kobanê  got ku ew pir kêfxweş e bi perwerdeyeke  bi xwezê û avê re û wiha got:”Perwerdeya Jineolojiyê ji bo her jinê pêwîst e. Armanca tevlibûna min a vê perwerdeyê ew e ku ez jiyana xwe nas bikim û fêrî hevaltiya rast bibim. Di van sê rojên perwerdeyê de min ez bi jinên Enterasyonalîst re jiyam û min rehê hevaltiyê nas kir. Ez dixwazim ku hemû jin tevli xebateke bi vî rengî bibin." 
 
'Em bi vê perwerdeyê xwe nas dikin'
 
Her wiha Sîdar Omer ku ji bajarê Dêrîkê yê Herêma Cizîrê ye jî wiha axivî: “Tevlibûna jinê ya ji bo perwerdeya jineolojiyê  gelek girîng e jin bi vê perwerdeyê re nasnemeya xwe nas dikin. Me li vê kampê hezkirina jinê xwezayê û nûbûxwna kesayeta jinê dît." 
 
‘Armanca me yekitiya jinan e’
 
Ferîda Nesan ku ji herêma Efrînê ye jî wiha hestên xwe anîn ziman: “Armanca vê xebata me  yekitiya jinên Kobanê, Cizîrê, Efrînê û yên enternasyonalîst e. Armanca min jî ew e ku di vê perwerdeyê de ferî hezkirina jinê bibim. Kombûna me di nava xwezayê de bi xwe hezkirinek di nava me de avakir. ji ber ku girêdana jinê bi xwezayê re gelek cuda ye.  Di kampê de em çalakiyên hûnerî jî li dar dixin.  Her wiha em li ser zanista Jineolojiyê ku zanista jinê ye hûr dibin.  Em bi perwerdeya li ser Jineolojiyê dîroka jinê fêr dibin û jiyana jinê ya berê dibînin ku bi çi rengî ye.”
 
`Şoreşa jinê şoreşa azadiyê ye`
 
Jina Firansî ya bi navê Sara ku nexwest paşnavê xwe diyar bike û tevli kampê bûye jî ev tişt got: “Ev 4 roj in li vê kampê tevli perwerdeya Jineolojiyê bûme. Ez gelekî kêfxweş im ji ber ku li vir şoreşa jinê pêk hatiye û piratîka konfedralîzma Demokratîk heye. Ji ber wê jî fêrbûna jiyaneke bi vî awayî ji bo me gelekî girîng e,  Ji ber ku em dixwazin vê li welatê xwe jî belav bikin. Ji bo vê jî divê hemû jin werin tevlî perwerdeya Jineolojiyê bibin ji bo ku em bikaribin jinê û gel azad bikin.”