Leyla Guven hat tehliyekirin
- 13:20 29 Hezîran 2018
- Rojane
AMED - Li ser serlêdana ku li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran Amedê ku ji bo serbestberdana parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvekn hat kirin biryara tehliyekirin Leylayê hat dayîn.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven li ser serlêdana parêzera wê Reyhan Yalçindag Baydemîr ku li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat kirin heyeta dadgehê ji bo Leyla ya ku ji 31'ê Çileyê de girtî bû biryara tahiliyekirinê da.
Li bendê ye ku leyla di saetên pêşiya me de ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bê tehliyekirin.







