MHP'ê Dayikên Aştiyê bi Kurdî pêşvazî kirin

  • 13:21 7 Gulan 2026
  • Rojane
ENQERE - Hevdîtina Heyeteke ji Dayikên Aştiyê û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya pêk dihat bi Serokwekîlên MHPê Fîlîz Kiliç û Erkan Akçay re bi dawî bû. Hat zanîn ku Erkan Akçay bi gotina “Hûn bi xêr hatin” dayik pêşvazî kiriye.
 
Heyeteke Meclisa Dayikên Aştiyê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi boneya Roja Dayikan serdana partiyên siyasî dikin. Di çerçoveya serdanan de Heyeteke Dayikên Aştiyê ku ji Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butunê pêk tê bi Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê Adalet Kayayê re li Meclisê ewilî serdana koma MHP'ê kirin. Di hevdîtinê de Dayikên Aştiyê çarika spî diyarî nûnerên partiyên siyasî kirin. Nûnerên MHPê jî bi boneya Roja Dayikan bi qurnafîlan dayik pêşvazî kirin. Her wiha nûnerên MHPê jî çarikek zer ku li ser nexşên reng bi reng li ser hebûn diyarî dayikan kirin.
 
Hat hîn bûn ku Serokwekîlê MHPê Erkan Akçay dayik bi gotina, ‘Hûn bi xêr hatin’ pêşvazî kiriye û gotiye ‘zimanê êşan tune ye lê dilê wan heye.’ Hevdîtina Dayikên Aştiyê seateke ajot. Piştî seateke Dayikên Aştiyê pirsen rojnamegeran bersivand.
 
Dayika Aştiyê Muzeyyen Butun ku tekildarî hevdîtinê pirsen rojnamegeran bersivand, bi lêv kir ku hevdîtina wan bi erênî derbas bû ye û wiha got: “Em spasiya xwe li Devlet Bahçelî dikin ku deriyên xwe ji me re vekir, bi kêfxweşî û qurnefîlan em pêşvazî kirin. Em pir kêfxweş bûn. Em hevî dikin em ê aştiyê bi hev re bigihînin armancê û li vî welatî bi hev re bijîn.”
 
Dayika Aştiyê Behiyê Yalçin jî diyar kir ku ji bo aştî pêk were ew piştgiriya têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Serokê Giştî yê MHPê dikin û gotin ji bo aştiyê çi ji destê wan were dê bikin
 
Heyeta Dayikên Aştiyê dê saat 16:00an de serdana Partiya DEVA'yê bikin û di seat 17:00'an de jî serdana Partiya Saadetê bikin. Serdanên Dayikên Aştiyê bi partiyên siyasî re sibê jî dê bidomin. Dayikên Aştiyê dê sibe di seat 12.00'an de serdana CHP'ê bikin û di seat 14:00'an de jî serdana Partiya Gelecekê bikin.