Meral Daniş Beştaş: Birêz Ocalan agirê ku gel dişewitand vemirand
- 22:14 7 Tebax 2026
- Ramyarî
ENQERE - Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de der barê Qanûna Çarçoveyî’ de axivî û got: “Êdî dora avakirina jiyana nû û parlamentoya Komara Demokratîk ji bo gelan bixebite hatiye .”
Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ya tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 5’ê Tebaxê de bi 367 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclisê re hatibû şandin di Komîsyona Edaletê de tê nîqaşkirin. Endamên komîsyonê yên partiyên siyasî tevlî civÎnê bûn. Civîn bi axaftinên li ser xal û naveroka qanûna çarçoveyî berdewam dike.
Serokê Koma Yenî Partiyê Murat Emîr jî bertek nîşanî agahiyên weke Selahattîn Demîrtaş nikare sûde bigire da û got ku tevî biryariyên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Can Atalay, siyasetmedar ji ber karên siyasî nayên berdan û got: “Divê hiqûq bê mîsogerkirin. Mafê xwe îfadekirinê nayê asteng kirin. Hiqûq li derve hatiye hiştin û hatiye astengkirin.”
Murat Emîr bi lêv kir ku herçiqas ji bo endamên rêxistinê hatiye gotin ku efû tune ye jî lê xala taloqkirina cezayê tê wateya efûyê. Li ser vê yekê parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç bertek nîşanî gotinên Murat Emîr da û got ku li ser Selahattîn Demîrtaş mînakan nedin.
Di dawiyê de Murat Emîr diyar kir ku ew ê tevî kêmasiyan jî erê bikin. Li ser vê yekê ÎYÎ Partî bertek nîşanî Yenî Partiyê da.
‘Di merhaleyeke dîrokî de ne’
Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş ku 12 xalên qanûna çarçoveyî ji bo aştiya herêma derfeteke dîrokî ye û wiha axivî: “Helbet kêmasiyên wê hene û cihên em dixwazin bên sereratkirin hene. Em ê di komîsyonê de jî li Lîjneya Giştî jî aqilekî hevpar bigerin. Lê tevî kêmasiyan jî em erê dikin. Kurd hertim rastî hiqûqekî îstîsta hatin. Îro bi vê qanûnê deriyekî biçûk vedibe. Heta niha dewletê polîtîkayên girtîgeh, cezakirinê dida pêş xwe. Cara yekem di çarçoveyî hiqûqê de dinêrin. Em îro jî di merhaleyeke dîrokî de ne. Ew qanûn divê rêyê ji bo kirdebûna Kurdan vêbike.”
‘Dor hatiye ku em gelên bindest jî di deriyê hiqûqê de derbas bibin’
Di berdewama axaftina xwe de Meral Daniş Beştaş destûra bingehîn a 1921’an bi bîrxist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê destûra bingehîn rê dida vîna gel û mafê gelan mîsoger dikir. Lê bi destûra bingehîn navendîbûn hat hilbijartin û li ser esasê polîtîkayên yek zimanî û yek neteweyî hatin pêşxistin. Nasnameya Kurd û zimanê Kurdî hat înkarkirin. Kurd derveyî qanûnan man. Kurd, netewe û baweriyên cuda li derveyî qanûnan man. Me hemûyan tecrube kir ku heta sepanên li dijî qanûnî ranebin aştiyeke mayinde nikare mîsoger bibe. Ew qanûn bi tena serê xwe nikare vê pirsgirêke çareser bike. Lê piştî vê qanûnê bi qanûnên nû aştî û xwişk-biratiyeke mayinde dikare pêk were. Dor hatiye ku em gelên bindest jî di deriye hiqûqê de derbas bibin.”
‘Birêz Ocalan agirê ku gel dişewitandin vemirand’
Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agirê ku gel dişewitandin vemiriye û wiha pê de çû: “Êdî dora avakirina jiyana nû û parlamentoya Komara Demokratîk ji bo gelan bixebite hatiye . Niha derfet heye ku em ji aştiya negatif derbasî aştiya pozîtîf bibin. Kurd ji bo vê amade ne. Gelên Tirkiyeyê jî amade ye. Lê serpehatiyên cîhanê jî nîşan dane û aştî bi hiqûqê dikare mîsoger bibe. Ji ber wê divê gavên ji bo demokratîkbûyinê pêk werin û dev jî polîtîkayên ewlehiyê bê berdan. TMK bê rakirin û hiqûq li gor mafê mirovan pêk were. Qeyûm bên rakirin. Astengiyên li pêşiya perwerdehiya mafê zimanê zikmakî bên rakirin. Astengiyên li pêşiya azadiya xweîfadekirinê û ramanan bên rakirin. Tu welatî ji ber ziman, fikir û remanên xwe divê rastî cihekariyê neyên. Wekheviya civakê jî bi avakirina Komara Demokratîk pêkan e.”
Meral Daniş Beştaş bi lêv kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê ji bo hemû gelan xweşiyê bîne û bertek nîşanî li dijitiya pêvajoya da û wiha got: “Ji bo dengan hewce dike li dijî pêvajoyeke wisa derbikevin? Nîjadperestî dijminatiya herî mezin a li dijî gelan e. Em naxwazin hevalên me yên girtî weke Selahattîn Demirtaş jî bibe malzemeyê siyasetê. Heke li şûna çekan siyaset hebe ew serkeftina hemû gelên Tirkiyeyê.”







