'Bila her kes bizanibe kurd têk naçin'

  • 15:52 26 Çile 2026
  • Rojane
RIHA - Jinên ji bajarê Dêrikê yê Rojava peyamek berxwedanê derbarê êrîşan de şandin û gotin, "Bila her kes bizanibe ku Kurd têk naçin."
 
Êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li dijî Rojava berdewam dikin. Van çeteyan gelek sivîlên li gundên Kobanî hedef girtin. Gelê Kobanî hîn jî bi pirsgirêkên elektrîkê, avê, xwarin û dermanan re rû bi rû ye. Welatiyên bajarê Dêrikê yê Rojava êrîş şermezar kirin û nerazîbûna xwe anîn ziman.
 
'Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin'
 
Jinan bertekên xwe bi van gotinan anîn ziman: "Êrîş li ser Kobanî berdewam dikin, heta di salvegera rizgarkirina Kobanî de jî. Em bi rêzdarî li ber kesên ku di vê dozê de jiyana xwe ji dest dane serî ditewînin. Em hêzên xwe yên leşkerî silav dikin. Em bang li dewletên navneteweyî dikin: ew ciwanên me dişewitînin û dikujin. Mirovahî li ku ye? Çima nabînin? Ger mirovahî hebûya, wê dengê me bibihîstana. Xwişk û biratiya gelan li ku ye? Bila her kes bizanibe, Kurd nakevin, namirin. Ger yek bikeve, bi hezaran dê dîsa rabin. Em bang li hêzên xwe yên leşkerî dikin; ne tenê ew in, em îro jî li ber xwe didin. Ev berxwedan bûye erka me. Em hemû YPJ ne, em hemû YPG ne. Bijî gelê Kurd û Kurdistanê. Serkeftin dê ya me be. Em li pişt leşkerên xwe radiwestin û em dixwazin her kes li pişt me be. Em heta mirinê Kurd in. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin. Bila hemû gelê Kurd ji bo vê berxwedanê rabe ser piyan."