Şêniyên Dêrikê ji bo salvegera serketina Kobanê meşek lidar xistin

  • 16:06 26 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajarê Dêrikê di meşa salvegera 11’emîn a serketina Kobanê de peyama, “Bi rihê serketinê û yekîtiya gelê Kurdistanê dê planên li dijî Rojava têk biçin” da.
 
Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê bi wesîleya salvegera 11’emîn a serketina Kobanê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê meşek lidar xist.
 
Girseya li Qada Azadî kom bû, bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rojava û Kobanê ber bi sûka navendî ve meşiya. Li sûka navendî deqeyekê rêz hat girtin. Piştre endama Meclîsa Giştî ya PYD’ê Hediye Yûsif, axivî û berxwedana şervanan a li hemberî êrîşan silav kir.
 
Hediye Yûsif, destnîşan kir ku gelê Kurd çawa di berxwedana Kobanê ya 2014’an de bi ser ket, dê careke din bi ser keve û dê ev serektin di rûpelên dîrokî de were nivîsandin.
 
Hediye Yûsif, bi domdarî diyar kir: "Şer li ser me tê ferzkirin da ku herêmê bikişînin nava şerekî mezhebî yê Kurd û Ereban û ewlehiya herêmê têk bibin. Lê ev hewldan dê bi ser nekevin."
 
Hediye Yûsif, anî ziman ku kesên di 2014’an de êrîşî Kobanê kirin niha jî êrîşî dikin û wiha domand: "Bi rihê berxwedana Kobanê, bi yekitiya gelê Kurdistanê em ê bi ser kevin û li hemberî palanên li dijî nasnameya me tên kirin bi ser kevin."
 
Hediye Yûsif, di dewama axaftina xwe de got: "Gelê me yê Rojava berxwedana rûmet, mirovahî û azadiyê dike. Gelê Kurd gelekî bi hez û têkoşer e. Di piştevaniya Kobanê de cîhanê me nas kir ku em serî ji zulm û qirkirinê re natewînin. Em timî amade ne xwe ji planan biparêzin."
 
Hediye Yûsif, di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Gelê Kurd bûye yek. Bi yekitiyê em ê şer bikin û terorê têk bibin."
 
Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rojava bi dawî bû.