Li Pirsûsê salvegera rizgarbûnê: Kobanê nakeve
- 16:07 26 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê salvegera rizgarbûna Kobanê bi civîna gel ve hat pîrozkirin. Parlamentera DEM Partiyê yê Rihayê Dîlan Kunt Ayan di civîna ji bo pîrozkirina salvegera Kobanê de axivî û wiha got: “Kobanê neket û dê nekeve.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî, tekildarî salvegera 11emîn a Rizgarbûna Kobanê li avahiyê DEM Partiya Pirsûsê ya Rihayê civîna gel li dar xist. Endam û nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û gelek kes tevî civînê bûn. Di civîna gel de êrişên li ser Kobanê hatin şermezar kirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Nihat Demîrbîleklî di daxuyaniyê de bi lêv kir ku Kobanê navê xwe di dîroka berxwedanê de daye nivîsandin û dê careke din bi berxwedanê dîrokî binivisînê. Nihat Demîrbîleklî destnîşan kir ku êriş li dijî paradigmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û da zanîn ku ew li pişt paradigmaya Abdullah Ocalan bisekinin.
‘Kobanê neket û dê nekeve’
Parlamentera DEM Partiyê ya Rihaye Dîlan Kunt Ayan jî anî ziman ku Kobanê neket, dê nekeve û wiha axivî: “Kobanê hatiyê dorpeçkirin û welatiyên sivîl taybet jî jin û zarok jiyana xwe ji dest didin. Ceyran û av hatiyê qûtkirin. Li dijî êrişan ser Kurdan ser pêyan in. Divê em li her derê berxwedanê mezintir bikin. Heta ew êriş ranewestin berxwedana me dê li kolanan bidome. Divê korîdorekî mirovî were vekirin û welatî bikarin alîkariya kesên di dorpêçe de ne bikin. Kobanê neket û dê nekeve.”
Piştî axaftinan ku li ser berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞê hatibû amadekirin hat temaşekirin. Pîrozbahî piştî temaşekirina sînevîzyonê bi dawî bû.







