Gel li dijî êrîşan li ser piyan e: Jiyan li Rojava ji bo me hêvî ye
- 09:04 27 Çile 2026
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
WAN – Parlamentera DEM Partiyê Sümeyye Boz diyar kir ku Kurd gihîştine qonaxekê ku hebûna xwe îspat kirine û têkoşîna azadiyê dane. Lêbelê, xuya ye ku hewldanên ji bo ji holêrakirina hebûna wan didomin. Li dijî vê yekê, gel li her derê dibêje, 'Em li vir bûn, em li vir in, em ê li vir bin.'"
Li Sûriyeyê, êrîşên HTŞ û komên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin li dijî Rojava ji 6'ê Çile ve, tevî agirbestê jî, berdewam dikin. Çete êrîşî Kobanê û gundên derdora wê dikin ku ew nêzîkî hefteyekê dorpêç kirine. Ji bilî êrîşên li ser Kobanî, pêdiviyên bingehîn ên wekî elektrîk, av û înternet, û her weha torên ragihandinê jî hatine asteng kirin. Li Kobanê herwiha banga piştevaniyê jî tê kiriin.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Muşê Sûmeyye Boz , derbarê armanca êrîşên li ser Rojava û berxwedana li dijî êrîşan de nirxandin kir.
Jin berxwedana xwe ya li dijî êrîşan xurt dikin.
Sümeyye Boz diyar kir ku hedefgirtina jinan di qadên şer de pratîkek demdirêj e û destnîşan kir ku hişmendiya serdest a mêr hewl dide ku bi rêya laşê jinê peyaman ji civakê re bişîne. Sümeyye Boz teşîrkirina cenazeyê Ekin Wan li navçeya Gimgim a Mûşê bi bîr xist û got, " Teşîrkirina cenazeyê Ekin Wan beşek ji vê zîhniyetê bû. Ger îşkence û metakirina cenazeyên jinan li qada şer ji bo wan encamên erênî bidaya, ew ê îro neçar nebûna ku van pêkanînan dubare bikin. Her yek ji van pirsgirêkan bûye sedem ku jin bêtir xwe bi rêxistin bikin, hêrsa xwe zêde bikin û bibin dengê berxwedana jinan. Kobanî şoreşa jinên Kurd û her weha ya jinên navneteweyî ye."
'Li Rojava şêwaza jiyanê ya digotn utopîk teşe girt'
Sümeyye Boz diyar kir ku ev hewldanek e ji bo tolhildana şoreşa ku li Kobanî pêk hat û destnîşan kir ku şêwaza jiyanê ya ku ji bo tevahiya cîhanê wekî modelek xizmet dike tê hedefgirtin. Sümeyye Boz got, "Ramanek, paradîgmayek ku heta niha wekî utopîyek dihat hesibandin, li wir hat teşekirin. Ev bûye modela ku di dibistan, zanîngehan de tê bikaranîn. Li Rojava şêwaza jiyana ku jê re digotin utopîk bi teşe bû."
'Ew hişmendiya ku Rojava wekî amûr bi kar tîne di dewrê de ye'
Sümeyye Boz diyar kir ku Tirkiyeyê bi daxuyaniyên xwe eşkere kiriye ku ew di şerê li Rojava de li aliyê HTŞ'ê ye û got, "Bi piştgiriya leşkerî û siyasî, û bi hemû têkiliyên dîplomatîk, nîşan daye ku ew aliyekî şer e. Eşkere ye ku ew ne li aliyê Kurdan e. Tevî ku em dibêjin 'Rojava xeta me ya sor e û di tu mijarê de nikare wekî amur were bikar anîn', hişmendiyek heye ku hewl dide wê wekî amurek danûstandinê bi kar bîne. Birêz Öcalan, di banga xwe ya 27ê Sibatê de û di pêşketinên paşê de, gelek caran bal kişandiye ser vê rewşê. Wî hişyarî da hemû aliyan ku girîng e ku pêvajo bigihêje bingehek danûstandin, diyalogek hiqûqî û siyasî ya demokratîk, wekî din, rastiya ku li Xezzeyê tê jiyîn dikare li gelek deveran dubare bibe. Bi rastî, gava ku destwerdanên li wir dest pê kirin, heman polîtîkayên tepeserkirinê li Tirkiyeyê jî dest pê kirin. Li kêleka pêvajoya berdewam têkoşînek û xeta êrîşê heye. Bi vî rengî, ji aliyekî ve têkoşîn û danûstandin dikare hebe. Lêbelê, desteserkirina destkeftiyên hatine bidestxistin nikare di nav van danûstandinan de were hesibandin."
'Gel dizane ku êrîş li dijî hemû Kurdan e'
Sümeyye Boz, destnîşan kir ku Kurdan hegemonyaya tirsê ya ku bi rêya zilmê dihat xwestin ava bikin, derbas kirine û diyar kir ku berxwedan her kêliyê dema ku dor tê ser destkeftî, maf û jiyana Kurdan mezin dibe. Sümeyye Boz got, "Em gihîştibûn wê qonaxê ku Kurdan hebûna xwe ispat kirine û ji bo azadiyê şer dikin, lê xuya ye ku hewldanek ji bo jibîrkirin û jêbirina hebûna me dîsa di rê de ye. Gel ku xetera vê yekê fêm dike, hewl dide ku bingeha 'em hebûn, em hene û em ê hebûna xwe berdewam bikin' û bibêje ez li vir im. Dibêjin 'Tirkmen jî li Iraqê ne' û xwe di nav Iraqê de dibînin. Dibêjin 'Tirkmen jî li Îranê ne' û xwe di nav Îranê de dibînin. Dibêjin 'Tirkmen jî li Çînê ne' û xwe li wir dibînin, lê hewl didin ku hevgirtin, piştgirî û girêdana xwezayî ya ku Kurdan bi Kurdên li Rojava dijîn re ava kirine bişkînin. Herêma Serhat yek ji herêmên dijwar e, lê bi rojan e, yek ji wan ji kolanan dûr neketiye. Gel di ferqa ku êrîşên li ser Rojava yên li ser hemû kuardan e de ye û jiyana li Rojava ji bo me hêvî ye."
'Serdanek ku nîşan dide ka em li ku derê ne'
Sümeyye Boz, derbarê serdana piştgiriyê ya dawî ya Rojava de got: "Her çend li ser milan Bakur, Başûr û Rojhilat bertekek li dijî rewşa Rojava çêbûbe jî, girîng e ku ev di warê dîplomatîk û siyasî de jî xuya bibe. Serdan ji bo nîşandana hevgirtin û piştgiriyê û nîşandana cihê me yê siyasî li hember hemû kesên ku heta niha bûyeran tahrîf kirine, hat kirin. Bernameyek bû ku ne tenê Partiya DEM, lê di heman demê de nûnerên DBP, avahiyên çep-sosyalîst û rêxistinên civaka sivîl jî tê de bûn. Peyam hat dayîn ku pirsgirêka li Rojava ne tenê li ser Kurdan e. Her wiha peyamek bû ku ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn xeterek heye."







