‘Deriyê sînoran vekin’

  • 21:02 30 Çile 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Aliyagayê, derbarê dorpêça li ser Rojava daxuyan “Deriyê sînoran vekin.”
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Alîagayê têkildarî dorpêçkirin û krîza mirovî ya Rojava li Qada Demokrasî ya Alîaga daxuyanî da. Rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî polîtîkayên şer em li gel Rojava ne” hat vekirin. Daxuyaniyê Hevseroka DEM Partiyê ya Alîagayê Aynûr Kuçuk xwend. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin.
 
‘Ji bo pêdivî biçin deriyan bidin vekirin’
 
Aynur Kuçukê diyar kir ku êrîşên li ser Rojava ne tenê ji bo dagirkirinê ne. Armanca sereke ew e ku modela jiyana azad, wekheviya gelan û azadiya jinan ya li wir hatiye avakirin tunekirin e û wiha got: “Hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe rê li ber vê tunekirinê vedikin. Ev bêdengî ne ne bêalî bûna wan nîşan dide, ev piştgiriya sûcên tên kirin bi xwe ye.”
 
Aynur Kuçuk bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bo pêdiviyên jiyanî bigihin herêmê têkevin dewerê û dawxwazên xwe wiha bi rêz kirin:
 
“* Divê hemû êrîşên li ser Rojava bêne rawestandin
 
* Dorpêça li ser Kobanê bi dawî bibe
 
* Piştgiriya komên çete û cîhadîst bê sekinandin
 
* Divê raya giştî ya navneteweyî li hemberî van sûcan berpirsyariya xwe bîne cih
 
* Divê deriyên sînoran bêne vekirin.”
 
Daxuyanî bi guhdarîkirina “Merşa Rojava” û çepikên bi dawî bû.