Rapora AÎHM’ê ya 2025’an: Tirkiye dîsa welatê herî zêde giliyê wê tê kirin e
- 11:47 1 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora AÎHM’ê ya 2015’an, der barê Tirkiyeyê de 18 hezar û 464 serlêdan hatine kirin. Hat diyarkirin ku ji sedî 80 serlêdan têkildarî binçavkirin, girtin û darizandinanên 15’ê Tîrmehê ne. Dîsa welatê herî zêde giliyê wê hat kirin Tirkiye ye.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM), rapora xwe ya 2025’an ku nirxandina giştî ya hiqûqa îçtihat digre nava xwe weşand. Li gorî raporê, Tirkiye di sala 2015’an de bi 18 hezar û 464 serlêdanan, di nava welatên Konseya Ewropayêde dîsa bû welatê herî zêde giliyê wê tê kirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku serlêdanên der barê Tirkiyeyê de hatine kirin, li gorî 21 hezar û 600 serlêdanên sala 2024’an, kêm bûye, tevî vê jî Tirkiyeyê di rêza yekem a serlêdanan de cih girtiye. Hat destnîşankirin ku zêdeyî ji sedî 80 serlêdanan, çavkaniya xwe ji tedbîrên ku piştî hewldana derbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an de binçavkirin, girtin û pêvajoyên darizandinê digre.
Di 2025’an de der barê 74 dozan de biryar hat dayîn
AÎHM’ê da zanîn ku di sala 2025’an de serlêdanên der barê Tirkiyeyê de yan jî koman de bi giştî der barê 74 dozan de biryar hatine eşkerekirin. Dadgehê hikum kir ku ji van dozan 66 herî kêm yek ji madeyên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHS) binpê kiriye, di 6 dozan de binpêkirin nehat tesbîtkirin. Du doz jî bi rêbazên cuda bi encam bûne.
Li gorî raporê, biryarên binpêkirinên der barê Tirkiyeyê de hatin dayîn zêdetirî wan der barê darizandina edlî ya di çarçoveya madeya AÎHD de bû. Di bin vê sernavê de der barê 24 dozan de biryara binpêkirinê hat dayîn. Madeya der barê mafê azadî û ewlehiyê de jî 21 doz di rêza duyem de cih girtin.
Tirkiye û Rûsya
Tirkiye di hejmara serlêdanan de, Rûsya (7 hezar û 177), Ukranya (4 hezar û 4), Polanya (3 hezar û 517), Îtalya (2 hezar û 787), Yewnanistan (2 hezar û 562), Romanya (2 hezar û 489) û Azerbeycan (2 hezar û 180) şopand. Di raporê de hat diyarkirin ku hejmara giştî ya serlêdanên li AÎHM hatin kirin di sala 2025’an de 11 kêm bûn û 53 hezar û 450’an paş ketiye. Çavkaniyên dadgehê pêşbînî dikin ku dibe di sala 2026’an de di asta rekorê de serlêdan bên kirin.
Ji bo 2026’an hişyariya ‘serlêdanên girseyî’
Çavkaniyên AÎHM, diyar kirin ku ji destpêka salê ve heta niha li dijî Tirkiyeyê nêzî 650 serlêdanên nû hatine kirin. Hat îfadekirin ku beşek mezin a serlêdanên nû, ji aliyê kesên ku piştî 15’ê Tîrmehê ji pîşeyê hatine dûrxistin ve hatine kirin.
Dadgehê di hema demê de bal kişand ku dibe pêleke serlêdanên girseyî ku heman an jî weke wan giliyan digre nava xwe werin jiyîn, ragihand ku ev serlêdan bi armanca ‘bi awayek îdarî, bi awayê çalakî were rêvebirin’ ji 1’ê Çileya 2026’an ve bi hinek tedbîrên taybet ketiye meriyetê.
Di nava van tedbîran de, serlêdan divê bi rûpelek bi berg were pêşkêşkirin, serlêdan bi daxistina forma serlêdanê ya fermî ya di malpera înternetê ya AÎHM de di qada elektronîk de tije bike û hem rûpela bergê hem jî form ji bo her serlêdanê cuda cuda amade bike û derbixe û bişîne cih digre.
Ji kulubên werzîşê serlêdan zêde bûne
Di raporê de hat destnîşankirin ku di serlêdanên ji kulubên werzîşê yên Tirkiyeyê de hatin kirin de zêdebûn heye. Hat diyarkirin ku di rojeva AÎHM’ê de, der barê serxwebûna Lijneya Tahkîm a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de nêzî 60 serlêdan hene. Hat qeydkirin ku dadgehê di biryara ku serê vê mehê girt, hikûm daye ku di aliyê serxwebûna Lijneya Tahkim de ne têrker e.







