Tevî êrişa polîsan jî meşiyan
- 19:58 1 Sibat 2026
- Rojane
ENQERE – Polîsan êrişî kesên ku dixwestin li Mamakê di çarçoveya Roja Cîhanî ya Hevgirtina bi Rojavarê re bimeşin, kirin. Tevî êrişê jî, komê meşa xwe li ber avahiya Rêxistina Navçeya Mamakê ya DEM Partiyê temam kir.
Platforma Saziyên Demokratîk a Enqereyê di 1'ê Sibatê Roja Cîhanî ya Hevgirtina bi Rojavayê re, meşek li dar xist. Li navçeya Mamakê ya Enqereyê, polîsan mudaxile li kesên ku xwestin bimeşin kir. Tevî êrişa li ser girseyê û rojnamevanên ku dixwestin ji Kolana Abidin Aktaş ber bi avahiya Rêxistina Navçeya Mamakê ya DEM Partiyê ve bimeşin, beşdaran astengiyan derbas kirin û meşa xwe temam kirin.
Di tevahiya meşê de, dirûşmeyên wekî "Jin, jiyan, azadî", "Kobanê neket û nakeve" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye" hat vekirin. Rayedarên DEM Partiyê destnîşan kirin ku Rojava projeyeke azadiyê ye li dijî baviksalariyê, kolonyalîzmê û faşîzmê û bang li hemû gelan kirin ku bi hevgirtinê tevbigerin.
Parlamenterên DEM Partiyê jî diyar kirin ku Rojava sembola berxwedan û civaka azad e û gotin ku êrişên li ser Kobanê êrişên li ser hemû gelan in.







