Li Hesekê û Qamişloyê qedexeya derketina derve hat ragihandin
- 21:36 1 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Cizîrê ragihand ku 2’ê Sibatê li Hesekê û 3’ê Sibatê li Qamişloyê, saet ji 6’ê sibehê heya 6’ê êvarê derketina derve qedexe ye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyand ku 2’ê Sibatê li bajarê Hesekê û 3’ê Sibatê li bajarê Qamişlo saet ji 06.00ˊan heya 18.00ˊan derketina derve qedexe ye.
Ev biryarname di çarçoveya parastina ewlehî, aramî û selametiya şêniyan de hat dayîn.Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku divê welatî li gorî vê biryarnameyê tevbigerin û her kesê binpê bike wê tedbîrên ewlehiyê werin girtin.







