Fîlozofa Fransî piştgirî da pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
- 15:37 2 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fîlozofa Fransî Corina Pelluchon, piştgirî da Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Bêyî ruhê aştiyê, aştiyekî mayînde ne pêkan e. Ez ji dil dixwazim ku ev pêvajoya zehmet û bi qonax bi ser bikeve.”
Fîlozofa Fransî Corine Pelluchon, piştgirî da Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi banga Rêber Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de hate destpêkirin. Corine Pelluchon, têkildarî mijarê peyamekî kurt ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand.
‘Ez ji dil dixwazim ku ev pêvajoya zehmet û bi qonax bi ser bikeve’
Peyama Corine Pelluchon wiha ye: “Bêyî mebesta dersdayînê, ez dixwazim pişgiriya xwe ya ji bo kesên ku dixwazin di navbera Kurd û Tirkan de aştiyê pêk bînin, bînim ziman. Ev hewl dê tenê pêşî li trajediya ku bûye sedemê mirina gelek kesan bigire, lê dê pêşiya pêvajoya beşdariya mekanîzmayên biryarê yê Kurd û nûnerên wan jî vebike. Lewra bêyî ruhê aştiyê, aştiyekî mayinde ne pêkan e. Ez ji dil dixwazim ku ev pêvajoya zehmet û bi qonax bi ser bikeve. Lewre ev pêvajo, dê li Tirkiye û li deverên din - rexmê hesasiyeta demokrasiyê - dê hêviyek nû ya pêkvejiyanê, bidawîbûna teror, wêraniyê û avakirina pergalekî siyasî ya li ser bingeha rêzdayîna li mafê kesan digire, bide mirovan.”
Corina Pelluchon kî ye?
Fîlozofa Fransî Corine Pelluchon, di 2’yê Mijdara 1967’an ji dayik bûye. Di warê felsefeya siyasetê, exlaqê hawridorê û ajalan de akademîsyenek pispor e. Xebatên xwe yên akademik li ser felsefeya siyasetê, bioetik, hawirdor û ajalan de kiriye. Ji ber xebatên di warê rexneya fikrî di sala 2020’an de Xelata Gunter Anders wergirtiye.







