‘Bedena jinê dikin mijara bazarên emperyalîst’

  • 09:06 6 Sibat 2026
  • Rojane
Devrîm Findik
 
STENBOL - Ji Înîsiytîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye Newroz Unverdî, diyar kir ku dewletên emperyalîst bi gotinên ‘mafê jinan’ rêxistinên cîhadîst kamufle dike û rêxistinên terorê yên wek HTŞ, Talîban, DAIŞ û Haşdî Şabî xwedî heman zîhniyetê ne.
 
HTŞ û komên girêdayê Tirkiyeyê di 6’ê Çile de êrîşê Rojava kirin û ewil jin hedef girtin û bedena jinê tehşîrkirin. Di encama êrîşên ku gihişt astek hovane de di navber Rêvberiya Xweser û Hikûmeta Şamê de peyman hat îmzekirin.
 
Ji Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye Newroz Unverdî berxwedana jinan, polîtîkayê şer yên dewletan, xetereya li ser jinan  û têkoşîna jinan nirxand.
 
‘Ev çete xwedî heman zîhniyetê ne’
 
Newroz Unverdî bakişand ser polîtîka rêxistinên terorê yên wekê HTŞ, DAİŞ, Talîban û Haşdî Şabî yên li dijî jinan dimeşînin û got: “Ev rêxistin hemû yekin û dixwazin azadiya jinan tune bikin. Dixwazin xwe li ser tunebûna jinan heyî bikin. Em vê zelal dibînin. Di vî alî de ev hemû xwedî heman zîhniyetê ne.”
 
‘Nêzîkatiyeke dûrû heye’
 
Newroz Unverdî balkişand ser nêzîkatiya nêzên navneteweyî ya li hember êrîşên van çeteyan a li ser jinan û di vê mijarê de jî wiha anî ziman: “Welatên wek Amerîka, Fransa, Îngîlîstanê wek welatên ku azadiyê, wekheviyê, moderbûnê û demokrat bê pênasekirin jî di esasê de di bingeha van dewletan de serdestiya mêr, baviksalarî heye. Demokrasiyê, azadiyê bazar dikin lê ji bo welatên vir, bi taybet ji bo Afganîstan, Sûriye, Iraq, Îran, Sûdanê  nêzîkatiyeke dûrû heye.”
 
‘Tiştên ku hatine kirin vedişêrin lê em teşhîr dikin’
 
Newroz Unverdî destnîşan kir ku di lîteratura navneteweyî de ji bilî HTŞ’ê rêxistinên din wek rêxistina terorê derbas dibe û di vê mijarê de jî wiha anî ziman: “Hewl didin ku tiştên ku nûnerên HTŞ’ê, Colanî an jî kesên din yên bi kravat, 10 sal berê kirine bidin jibîrkirin. Tiştên li jinan tên kirin, êrîşên li hember mafê jinan, heta çend hefte berê titşên hatin kirin, dixwazin veşêrin lê  tiştên hatine kirin di nokteyeke ku nikare bê veşartinê de ye. Beriya her tiştî em jin vê qebûl nakin. Jin tiştên 10 sal berê li Rojava hat kirin jibîr nake. Em jin HTŞ’ê teşhîr dikin, em bibîr dixin ku HTŞ çiye.”
 
‘Li ser dijminahiya li hember jinê xwe heyî dikin’
 
Newroz Unverdî rapora Akademiya Jîneolojiyê ya der barê sûcên şer yên li Rojava de jî wiha anî ziman: “HTŞ yek ji pêveka DAIŞ’ê ye. Li Afganîstanê xwe wek Talîban dide nîşandan. 12 sal berê li Sûriyeyê  DAIŞ bû îro li HTŞ ye. Argûmana vana a esas dijminahiya li hember jinê ye. Yanî dijî her cureyê îdeolojiya jinê dijminahiyê dikin. Bedena jineke şervan ji katê çaran de hat avêtin. Keziya jineke şervan hat birîn. Ev jî nêzîkatiya van rêxistinan a li dijî jinên bi awayekî aşkera û zelal nîşan dide. Bedena jinê wek ganîmeta şer dibînin.”
 
‘Di şer de bedena jinê wek ganîmet tê dîtin’
 
Newroz Unverdî di vê mijarê de balkişand ser nêzîkatiya dewletên navneteweyî û wiha bi lêv kir: “Ev mijare krîtîke. Ev ji ser Rojhilata Navîn xwe dide der lê  nêzîkatiyeke dûrû ya cidî ali dijî mijara jinê xwe dide der. Bi taybet pêvajoyên şer de raste rast êrîşên li ser hebûn û bedena jinê xwe didin der. Ev jî dûrûtiyê nîşan dide. Em jinên bi têkoşîna jinê bawer dikin, ji bo azadiya jinan berxwe didin têkoşînê didin vê dibêjin: Mexdurên şer jin in. Bi her cureyê tundiyê re tên rû hev. Di şer de bedena jinê wek ganîmet tê pênasekirin.”
 
‘Em ji bo hemû jinan têkoşînê mezin dikin’
 
Newroz Unverdî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema Talîban hat Afganîstanê me çalakî pêk anîn. Bi armanca piştevaniya jinên Afgan me gelek çalakî pêk anîn. Me fikarên xwe anîn ziman. Em îro encamên wê yek bi yek dibînin. Dema Talîban hat jin bi fikar bûn. Dibistan li zaorkên keç hat ferzkirin, çarşef li jinan ferz kirin. Îro HTŞ heman tiştî dike. Ji ber ku tu cudahiya HTŞ’ê ji DAIŞ’ê, ji Talîban tuneye. Em ji pratîkên 10-12 sal berê baş dizanin.  Li Afganîstanê Talîban tê çawateyê HTŞ jî li Sûriyeyê heman tiştî îfade dike. Em li dijî vê têkoşîna xwe mezin dikin.”
 
Newroz Unverdî bêdengiya li dijî qirkirina û komkujiya li Rojava de jî ev tişt got: “Welatên îdia dikin bi sosyalîzmê tên bi rêvebirin piraniya wan li alî kê ne pir zelale. Welatên ku ji xwe re wekhevî, jiyan ahepvar, demokrasî û azadiyê nadin derd hene. Welatên deng derdixin û têdikoşin hene. Lê welatên bêdeng û dibêjin em demokratîkin di vir de dûrûtiya xwe nîşan didin. Tirkiye her çiqas polîtîkayên dijiminahiya jinanb imeşîne jî vê hîn nermtir dimeşînin û li demê belav dikin. Piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo HTŞ’ê cihê xwe nîşan dide.”