Li Peyasê piştgiriyek xurt a ji bo keda jinan
- 09:29 10 Sibat 2026
- Rojane
AMED - Hevşaredara Şaredariya Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, ji bo zêdekirina tevlêbûna jinan di aboriyê de û xurtkirina hilberîna herêmî, serdanên girîng pêk anîn. Bêrîvan Gulşen Sîncar di serdanên xwe de peyamên xurt li ser girîngiya tevlêkirina keda jinan di warê aborî de, xurtkirina hilberînê û hevgirtina jinan ragihand û ji nêz ve kar û xebatên di vî warî de tên meşandin, raçav kir.
Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar bi alîkarên xwe yên hevşaredariyê, endamên meclisa şaredariyê û xebatkarên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan re serdana Sûka Keda Jinan û Kooperatîfa Hilberîn û Kargeriyê ya Hewldana Jinan a Rawestayê ku di bin banê Şaredariyê de xebatan dimeşîne kir.
Di dema serdanê de, Hevşaredar bi jinên hilberîner re rû bi rû hevdîtin pêk anî û li ser pêvajoyên hilberîna hevpar ên ku li Sûka Keda Jinan û Kooperatîfê tên meşandin, bi agahiyên berfireh hat agahdarkirin.
Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar diyar kir ku divê deng û gotina jinan di jiyana aborî de xurtir bibe û wiha got: “Em li dijî polîtîkayên hejarkirinê ne û piştevaniya keda jinan dikin.”
Bêrîvan Gulşen Sîncar bal kişand ser vê yekê ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo xuyakirina berhem û îradeya jinan bidomîne, da ku jin ji aliyê aborî ve bihêztir bibin û wiha domand: “Xurtkirina ked, hilberîn û îradeya jinan di nav armancên sereke yên xebatên me de cih digire. Bersiva me ya herî xurt li hemberî polîtîkayên hejarkirinê ev e; Jin serxwebûna xwe ya aborî bi dest bixin û di pêvajoyên hilberînê de roleke çalak û biryardar bigirin. Ji ber vê yekê, em ê bi israr piştgiriya însiyatîfên hevgirtin û hilberîna hevpar ên wekî Sûka Keda Jinan û Kooperatîfa Rawestayê bikin.”
Şaredariya Peyasê bi rêya xebatên projeyên jinan û torên hevgirtinê armanc dike ku ked û hilberîna jinan di jiyana aborî û civakî de zêdetir xuya bike û bi piştgiriyên berbiçav bibe bersiv.







