Anna Ellenberger: Li dijî dorpêçê zexta navneteweyî şert e
- 09:02 12 Sibat 2026
- Rojane
Melîke Aydin
STENBOL- Ji Karavana Gel Anna Ellenberger diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayên zext û nefretê şopandine û got ji bo dorpêça li ser Rojava bê şikandin divê têkoşîna global û hêvî bê mezinkirin.
Di çarçoveya Karavana Gel de ji koma aktîvîst a navneteweyî ya hatin Tirkiyeyê gelek kes di têketinên Tirkiyeyê de hatin binçavkirin û deportkirin. Ji Karwana Gel Anna Ellenberger axivî û da zanîn ku civaka navneteweyî tevgera Kurd baş nas nake. Anna Ellenberger wiha got: “Tirkiye û yên piştgiriyê didin wan nefret û kêfa xwe ddomînin. Li Sûriyeyê wek aştî heye nîşan didin lê divê zexta navneteweyî bidome.”
‘Me di zîhniyeta wan de nefret dît’
Anna Ellenberger da zanîn ku tecrubyên Tirkiyeyê bi xof in lê di heman demê de çavên mirovan vedikin û got: “Me dît ku dewlet û yên piştgiriyê didin wan çawa tund û bi kêf tevdigerin. Der barê binçavkirin û deportkirina me de tu agahî nedan. Me pêkanînên nebaş dîtin. Ji bo avê û çûyîna tuwaletê me têkoşîn da. Me di tevger û nêzîkatiyên wan de nefret dît. Me hîs kir ku divê hemû kes bikevin tevgerê û biaxivin. Ji ber gelek girtiyên siyasî û di bin zextan de hene. Zext didomin.”
‘Em civînên çapemeniyê dikin’
Anna Ellenberger daxuyakirin ku her kesên tevli Karavana gel bûne tiştên jiyane li ser çapemeniya civakî parve kirine û wiha dirêjî dayê: “Dema em vegerin welatên xwe em ê civînan bikin. Em nizanin wê der barê Tirkiyeyê de pêvajoyek bê destpêkirin an na. Lê protesto maf e. Li Tirkiyeyê protestokirin maf e. Tirkiye naxwaze ku cîhan bi wan bihese. Naxwazin sûcên wan bên dîtin. Dixwazin me bêdeng bikin.”
‘Em dixwazin balê bikşînin ser mijarê’
Anna Ellenberger daxuyakirin ku wan wek Karvana Gel di demek kurt de li bajarên cuda çalakî, xwepêşendan û vekirina standan plan kirine û wiha pê de çû: “Em ê li kolanan bi mirovan re biaxivin, broşuran belav bikin û xebatên hişmendiyê bikin û balê bikşînin ser mijarê. Em dixwazin welatê xwe jî rêverberiyên xweser ava bikin û civaka xwe rê xistin bikin.”
‘Divê zexta navneteweyî bidome’
Anna Ellenberger destnîşan kir ku çapemeniya alîgir wekê ku li Sûriyeyê aştî pêk hatiye, çareserî pêk hatiye nîşan dide lê hîna Kobanê di bin dorpêçê de ye û wiha got: “Divê qada navneteweyî zextên xwe bidomîne. Ji ber ku hîna rewş li wir baş nebûye. Rojava ji bo kapîtalîstan û destilatdariyan tirs û xetere ye. Modela Rojava ji bo kapîtalîst û emperyalîstan tehdîdê ava dike. Divê mirov dîroka tevgera Kurd fêr bibin. Têkoşîna wan bi heybete. Bawerkirin û hêvî gelek girînge. Ji ber vê jî piştî êrîşan enternasynalîstan xwest li gel tevgerê li cem gelê Kurd cih bigire.”







