Li dij komployê li Qamişloyê meş hat lidarxistin
- 13:41 15 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran gelê bajarê Qamişloyê li dijî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê meşiyan û bi yek dengî berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.
Bi deh hezaran gelê bajarê Qamişlo yê Cizîrê ji 7 salî heta 70’ê salî, ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê daketin qadan. Kolanên Qamişloyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xemilîn. Gel li Çerxerêya Osman Sebrî kom bû û heta Çerxerêya Şehîdan a li naverasta bajarê meşiyan.
Di meşê de parkarta “Êrişa 6’ê Çileyê ya Li Ser Rojava, Plangeriya Duyemîn a 15’ê Sibatê ye” hat hildan. Gel bi yek dengî û nîşaneyên serkeftinê dirûşmên “Bijî Berxwedana Îmralî”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Berxwedan Jiyan e” berz kirin.
Meş li Çerxerêya Şehîdan veguherî mitîngê.
Mitîngê bi kêliyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.
Li ser navê Înîsyatîfa Gel Hevseroka TEV-DEM’ê Remziya Mihemed axivî.
Remziya Mihemed gelê Kurd û dostên gelê Kurd ên li ser pêyan silav kir û got: “27 sal derbas bûn, careke din komploya navneteweyî li ser gelê Kurd dubare dibe. Dîrokê xwe dubare kir. Lê divê em vê dîrokê biguherin. Em bikin dîroka azadiya Rêber Apo. Komploya ku armanca wê qutkirina gel û Rêber Apo bû, 27 sal derbas bû, lê rojane gelê Kurd, dostên gelê Kurd ji bo Rêber Apo li ser pêyan in. Girêdana di navbera gel û Rêber Apo de xurttir bû. Di Rojava de gelê Kurd û gelên din dikarîn xwe birêve bibin. Karîbûn xwe biparêzin, lê tehemûla netewdewlet ku destê wan di Komploya 15’ê Sibatê de hebû, dîsa komployek li ser gelê Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan meşandin. Çawa Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi fikrê Rêber Apo vala derket, çawa ciwanên Kurd li hemberî terora DAIŞ’ê axa parastin, çawa îro gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo li ser pêyan in, em ê vê berxwedanê bidomînin. Em ê xeta azadiya gelan û aştiyê ya Rêber Apo daye pêşiya me biparêzin. Bijî yekitiya gelê Kurd.”
Mitîng bi nîşanên serkeftinê û sirûda “Çerxa Şoreşê” bi dawî bû, gel tevahî bi yek dengî sirûd xwend.







