Rêveberiya Xweser a Şengalê: Li dijî gefên Enqereyê xwedî helwest bin
- 12:41 20 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Şengalê, diyar kir ku planên qirêjî yên li dijî Şengalê dîsa di dewrê de ne û bang li Bexdayê kir ku li dijî gefên Enqereyê helwestekî cidî raber bike.
Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî gefên li ser Şengalê daxuyaniyek da. Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî gef û pîlanên li ser Şengalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi guhertinên kûr û bi lez re ku îro herêma Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, Şengal jî weke herêmeke stratejîk û hestiyar para xwe ji van guhartinan digire û careke din bi xeteriyên nû û metirsîdar re rû bi rû dimîne.
Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li gorî agahiyên di destê me de li dijî Şengalê planên nû û qirêj di rojevê de ne. Ev plan çi bi rêya hêzên leşkerî yên derve be, çi jî bi rêya tevgerandina şaneyên razayî yên tundrew be, bi temamî aramiya herêmê û vîna gelê me dikin hedef. Ji ber van agahiyên girîng, em wekî erkeke exlaqî û mirovî dibînin ku civaka xwe, raya giştî ya cîhanê, nas û dostên civaka xwe li ser vê rewşa xeter agahdar bikin û dengê xwe bigihînin her kesî."
Di berdewamê de îşaret bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan hate kirin û hate ragihandin ku li derdora Şengalê liv û tevgereke neasayî hatiye dîtin.
Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku hin kesayetên ku di bin xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk de ne bi her awayî hewl didin ewlahiya herêmê têk bibin, fitneyê di navbera pêkhateyan de biçînin û wiha dewam kir: “Em weke Şengal, ku parçeyek ji axa Iraqê ne, bi bîr dixin ku di salên derbasbûyî de dema dewletê erka xwe ya parastina Êzidiyan pêkneanî û gelê me rastî fermaneke reş hat, gelê me bi rêya hêzên xwe yên parastinê ev erk girt ser milê xwe û axa xwe parast. Mixabin îro li şûna ku ev hêzên berxwedanê were naskirin, siyaseta tunekirinê li ser îradeya civaka me tê ferzkirin û ev yek nayê qebûlkirin."
Rêveberiya Şengalê destnîşan kir ku ji ber vê rewşa bi guman ew peyama xwe rasterast digihînin Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û bang li hikûmetê kir ku li hemberî van hewldanên bi guman helwesteke zelal û cidî nîşan bide, ji ber ku her bûyereke leşkerî, siyasî yan jî civakî ya ku jiyana gelê Şengalê bike hedef wê karesateke mezin bi xwe re bîne.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku civaka ku hîn birînên fermanê di dilê wê de ye wê nikaribe zilmeke nû rake û wiha hate gotin: “Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê, ku bi salan e ji bo vegera gelê xwe û jiyaneke azad bi hêzên xwe yên wekî YBŞ, YJŞ û Asayîşê bedelên giran didin, her tim amadehiya xwe ya ji bo diyalogê nîşan didin da ku pirsgirêk bi awayekî qanûnî werin çareserkirin. Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê amade ne ji bo ku hemû pirsgirêkên heyî di çarçoveyên yasayî de çareser bikin."
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Heta niha me her tim hewl daye ku civaka xwe û erdnîgariya Şengalê ji qadên şer dûr bixin, lê di rewşeke berevajî de û ji bo her guhartineke ku bi zorê were ferzkirin, em ê dewleta Iraqê weke berpirsyarê yekem bibînin. Em bang li hemû aliyên aştîxwaz û dijberên şer dikin ku li hemberî van planan bibin xwedî helwest, her wiha bang li gelê xwe, hemû hêzên siyasî, civakî û leşkerî dikin ku ji bo parastina mafên gelê Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê, bi yekitiyeke xurt a neteweyî tevbigerin û rê nedin ku aliyên xêrnexwaz careke din Şengalê bikin qada şer û malwêraniyê."







