DEM Partiyê şerh danî ser hinek xalên rapora komîsyonê
- 12:44 18 Sibat 2026
- Ramyarî
ENQERE - DEM Partiyê nêrînên xwe yên cuda yên têkildarî pêşnûmeya rapora hevpar a Komîsyona Meclisê parve kir. DEM Partiyê, bikaranîna têgehên weke “teror” û “pirsgirêka terorê” rexne kir û got: “Divê zimanê raporê e yekalî be lê tevgir be.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), şerh danî ser pêşnûmeya rapora hevpar a Komîsyona Meclisê. DEM Partiyê, bi taybet jî li dijî gotinên weke “Pêvajoya Tirkiyeya bêteror”, “rêxistina terorê” û “belaya terorê” yên di pêşnûmeyê de hatine bikaranîn. DEM Partiyiyan got ku nabe meseleya Kurd weke “pirsgirêka terorê” were pênasekirin. DEM Partiyê, diyar kir ku di mijara binavkirina pêvajoyê de lihevkirinek çênebûye û destnîşan kir ku ew pêvajoya heyî weke “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” pênase dikin û divê zimanê raporê zimanekî bêalî be.
Şerha bi îmzeya endamên Komîsyonê yên DEM Partiyî Gulistan Kiliç Koçyîgît, Meral Daniş Beştaş, Saruhan Oluç, Cengîz Çîçek û Celal Firat hatiye danîn wiha ye: “Em dixwazin bê zanîn ku weke DEM Partî, di pêvajoya amadekirina Pêşnûmeya Rapora Hevpar de, ji bo roleke çêker em bi baldarî tevgeriyan. Em di wê baweriyê de ne ku bi taybet jî sernavên ‘Pêşniyarên verastkirinên zagonî yên têkildarî pêvajoyê’ û ‘Pêşniyarên têkildarî demokratîkbûnê’ yên di Pêşnûmeya Raporê de cih digirin dê xwedî roleke girîng bin. Di vê çarçoveyê de em dixwazin bê zanîn ku ji bo pêşerojeke demokratîk sûdewer be, em ê tişta ji dest tê bikin.
Mîna di pêvajoya xebatên komîsyonê û pêvajoya nivîsandina Rapora Hevpar de, ji vir şûnde jî em ê bi berpirsyartiya xwe ya dîrokî ya di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tevbigerin û dê ji helwesta xwe demokratîk û çêker a pêvajo ferz dike, tawîzê nedin.
Lêbelê tevî hemû hewldanên jî, em di mijara hinek têgeh û nêzikatiyên di Rapora Hevpar de cih digirin, cuda difikirin. Em dixwazin nêrînên xwe y3en cuda, tevî sedemên wan bi we re parve bikin.
Di Pêşnûmeya Rapora Hevpar a Komîsyonê de, têgehên weke ‘Pêvajoya bêteror a Tirkiyeyê’, ‘rêxistina terorê’, ‘belaya terorê’ û hwd. hatine bikaranîn. Em, bikaranîna van têgehan rast nabînin. Li gorî vê; di mijara navlêkirina pêvajoyê de di navbera partiyan de lihevkirinek çênebû lewma em nêzikatiyên yekalî rast nabînin û nêzikatiyên bi vî rengî ne li gorî hewldana nivîsandina rapora hevpar û lêgerîna lihevkirinê ye. Weke DEM Partî; em pêvajoya heyî weke ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ pênase dikin ku birêz Abdullah Ocalan ev nav li banga xwe ya 27’ê Sibata 2025’an kiribû. Ji ber van sedeman jî em navê ‘Tirkiyeya bêteror’ a di Pêşnûmeya Rapora Hevpar de rast nabînin, dixwazin navê ‘Pêvajoya Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê’ lê were kirin ku heman nav li Komîsyonê hatiye kirin.
Nabe ku meseleya Kurd bi têgeha ‘terorê’ re were bikaranîn. Meseleya Kurd heye û nabe ku ev weke pirsgirêka terorê bê dîtin. Ji ber sedemên xwe yên bingehîn, ne pirsgirêkeke yekalî ye; xwedî piştperdeyeke siyasî, civakî, aborî, çandî, dîrokî ye û meseleya maf û azadiyan e. Pêvajo, îro bi israr weke ‘terorê’ tê pênasekirin, pêvajoya pevçûnan e ku ew jî encama polîtîkayên înkarê ye. Bi vê boneyê, meseleya Kurd biqasî pirsgirêkeke pergalê ye, her wiha ewqas jî pirsgirêka nasname û çandê ye. Hemû mafên wekhevî û azadiyê yên gelê Kurd û demokratîkbûnê di nav xwe de dihewîne.
Pêvajoyeke şer a zêdetirî 40 sal in didome heye û kedeke mezin tê dayin ku ev pêvajo were bidawîkirin. Di serdemeke wiha de nîşandana nêzikatiyên jiberkirî û israra di bikaranîna pênaseyên berê de, nîşan dide ku tu dersek ji wê serdema biêş nehatine girtin. Di cihên têkildar ên pêşnûmeya raporê de, heta êşên hatine kişandin jî bi yekalî hatine pênasekirin, êşên gelê Kurd kişandiye jinedîtî ve hatiye. Ev nêzikatî nayê qebûlkirin. Pêşeroja hevpar, bi hevparkirina êşan û bi parvekirina wan pêkan e. Tişta ji bo xelkê vî welatî pêwîst, hedefa pêşerojeke hevpar û nirxên hevpar in. Ev nirx jî tenê bi qebûlkirina heqîqetê pêkan e. Di avakirina pêşeroja demokratîk de pêşxistina têgeh, pênase û nêzikatiyan girîng e.
Gelê Kurd û dostên wan, têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê Kurd ne weke terorê dîtin ne jî têkoşîna wan a rêxistinkirî weke rêxistina terorê pênase kirin. Gelê Kurd bi dehan sala ye rastî zilm û zextê tê û tevî vê jî ji bilî azadî û jiyaneke wekhev tu daxwazên wan nînin. Gelê Kurd, van pênaseyan qebûl nake. Weke ku di pêşnûmeya raporê de jî hatiye bibîrxistin, heke bi rastî jî bixwazin ‘modela Tirkiyeyê’ diyarî lîteratûra çareseriya pevçûnan bikin, wê demê ji ewil divê rêz ji bo nirxên hemû gelan bê girtin. Nirxên civakî, bi pênaseyên yekalî nayên avakirin; berevajî vê, bi nêzikatiyên bi vî rengî, wekî di guhdarîkirinên komîsyonê de jî gelek caran hate gotin, rê li ber pirsgirêkên siyasî û civakî vedike. Bi vê wesîleyê dixwazin destnîşan bikin ku; xwişk-biratiyeke rasteqîn, bi nêzikatiyeke wekhev a li hemberî nirxên hemû gel-baweriyan pêkan e. Wekî di Pêşnûmeya Rapora Hevpar de dibêje ‘Parastina rûmeta Kurdan, hesiyeta Tirkan’, ev yek tenê bi vê nêzikatiyê dikare bê çareserkirin. Ji ber van sedeman tevan, weke mecbûriyeteke ji berpirsyartî û rêzdariya xwe ya ji bo milyonan kesên dibêjin ‘Gelê Kurd û meseleya Kurd heye’; em dibêjin ku bikaranîna têgeha ‘rêxistina terorê’ ya di Pêşnûmeya Rapora Hevpar de rast nabînin. Di vê çarçoveyê de; dixwazin bi bîr bixin ku li erdnîgariya me Tirk, Kurd, Ereb û gelek bawerî û gelên cuda bi hev re dijîn û em dixwazin têkiliya di navbera wan de li ser esasên têkiliyên demokratîk be.
Avakarê vê serdema ku em meseleya Kurd ji zemîna pevçûnan dûr dixin û vediguhêzin zemîna siyasî û hiqûqî û yek ji kesên wê birêve dibe jî birêz Abdullah Ocalan e. Nêzikatiya li hemberî birêz Abdullah Ocalan, pir krîtîk e. Divê neyê jibîkirin ku birêz Ocalan, ji sala 1993’yan heta niha di mijara çareseriya demokratîk a meseleya Kurd de xwedî hewldaneke stratejîk e. Her wiha, zêdetirî saleke tevî şert û mercên nebaş ên Girava Îmraliyê jî hewl dide dav bi dav aştiyê bihûne. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan tevan, di nava hewldaneke bêhempa de ye. Ji vî alî ve; ji bo pêvajo enfekte nebe hem bi rola çareserkirina pirsgirêkan radibe hem jî ji pêşengên pêvajoyê ye. Biryarên piştî banga wî ya ji bo PKK’ê hatine dayin, gavên hatine avêtin û herî dawî jî çareseriya di krîza Rojava de pêşxistî, careke din hêza wî ya siyasî, rêxistinî û civakî nîşan da. Lêhûrbûna wî ya dîrokî û tecrûbeya wî, hewldana wî ya bêyî dudil a ji bo Komara Demokratîk, yek ji aktorên siyasî yê avaker e. Lewma jî em rast nabînin ku birêz Ocalan û têkoşîna wî di Pêşnûmeya Rapora Hevpar de bi têgehên ‘eke ‘teror’, ‘rêxistina terorê’ bên pênasekirin. Ev yek ji hêla hiqûq û pêwîstiyên pêvajoyê ve jî rast nînin.
Dixwazin were zanîn ku di sernavê ‘Verastkirinên têkildarî berfirehkirina maf û azadiyan’ ê Pêşnûmeya Rapora Hevpar de îfadeya ‘mafên ji dayikbûnê tên û kes nikare dest bidê û dewr bike...’ hatiye bikaranîn û divê bê zanîn ku di serî de mafê zimanê dayikê, behsa mafên nasname/çandî û mafên nirxên mirovahiyê û gerdûnî tê kirin. Zimanê dayikê ne tenê amûra pêwendîdanînê ye; di heman demê de hêmaya sereke ye şêweyê fikirînê diyar dike, pêvajoya hînbûnê bandor dike û cîhana hestan û hesta civakî diyar dike ye. Li Tirkiyeyê bi milyonan kesên ji ziman û çandên cuda hene. Di serî de Kurdî, hewceye bi verastkirin, sepan û astengiyên cemawerî yên mafê zimanê dayikê asteng dikin bên rakirin û bi pirzimaniyê re aştiyane bijîn.
Weke encam; zimanê rapora hevpar divê ne zimanekî yekalî be. Gelek têgehên di derdorên cuda de bandoreke travmatîk diafirînin, hewceye jinûve bên nirxandin. Divê zimanekî li gorî ruh û wijdana civakê bê bikaranîn. Aştî, ne tenê encamek e; her wiha rêbaz û ziman bi xwe ye. Divê neyê jibîrkirin ku heke ziman qels be, encam jî dibêtiya qelsbûna di xwe de dihewîne.”







