Baroya Amedê bang li Meclîsê kir

  • 12:46 18 Sibat 2026
  • Hiqûq
AMED - Baroya Amedê bi sernavê "Nêrîn û pêşniyarên hiqûqî yên têkildarî Pêvajoya Aştiya Civakî û Entegrasyonê" raporek weşand. Baroyê ji bo mayindebûna pêvajoya entegrasyonê xwest li Tirkiyeyê pîvanên dewleta hiqûqê ya demokratîk bê xurtkirin.
 
Baroya Amedê bi sernavê "Nêrîn û pêşniyarên hiqûqî yên têkildarî Pêvajoya Aştiya Civakî û Entegrasyonê" raporek weşand. Serokê Baroyê Abdulkadîr Guleç di daxuyaniya li avahiya Baroyê axivî, banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê û bûyerên piştî wê bi bîr xist û diyar kir ku rapora hatiye amadekirin wê pêşkêşî Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê bê kirin.
 
Alîkara Serokê baroyê Şîlan Çelîk jî anî ziman ku şerê çekdarî yê demdirêj di serî de mafê jiyanê li qada azadî û mafên bingehîn bû sedema binpêkirinên giran.
 
Şîlan Çelîk destnîşan kir ku ji bo aştiya mayinde pêwîstî bi qanûneke taybet heye ku bidawîbûna şerê çekdarî bi garantiya hiqûqî ve girê dide û entegrasyona civakî pêk tîne.
 
Şîlan Çelîk got, "Lewma pêvajoya siyasî ya nû ku weke bidawîbûna şer derkete holê, li şûna nêzîkatiyên li ser bingeha ewlekariyê ferz dike ku bi çarçoveyeke hevgirtî ya ji aliyên xwe yên civakî, siyasî û hiqûqî bê nirxandin."
 
Rapor di bin pênc sernavên sereke de hate amadekirin: Piştî şer pêvajoya entegrasyonê, berpirsyariya ceza û çarçoveya destûra bingehîn, Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK), pêşniyara rejîma hiqûqê ya taybet û pêvajoya demokratîkbûnê.
 
Di beşa encamê ya raporê de hate ragihandin ku ji bo çareseriya şer ku aliyê siyasî û civakî ye, mekanîzmayên hiqûqa ceza yên heyî têrê nakin û hate pêşniyarkirin ku qanûneke entegrasyonê ya taybet bê derxistin ku xwe dispêre nêzîkatiya edaleta çêker û cebirandinê.
 
Di raporê de hate gotin, "Pêvajoya entegrasyonê divê bi hiqûqî bê garantîkirin. Nêzîkatiya edaletê ya cebirandinê li gorî edaleta cezakirinê di mijara jinûve hevgirtina civakê de amûreke hîn bi bandor e."
 
Hate ragihandin ku divê çarçoveyeke qanûnî bê amadekirin ku li ser tevlîbûna li jiyana demokratîk a kesên tevlî karên çekdarî bûye hikumên eşkere û şênber tê de hebin. Her wiha hate pêşniyarkirin ku di darizandinên dewam dikin de jî di çarçoveya pîvanên aştî û entegrasyonê de biryarên betalkirina darizandinê bêne dayin.
 
Baroyê destnîşan kir ku Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê li armanca demokratîkbûn û entegrasyonê nayê û xwest bê betalkirin. Her wiha hate gotin, piştî fesixkirina rêxistinê û çekdanînê, bi tespîtkirina meclîsê re rêxistin ji lîsteya terorê bê derxistin.
 
Di raporê de hate ragihandin ku bikaranîna mafên siyasî yên kesên çek danîne ji bo mayindebûna aştiyê girîng e.
 
Her wiha işaret bi biryara "mafê hêviyê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hate kirin û bang hate kirin ku mewzûata înfazê jî li gorî standartên navneteweyî bê amadekirin.
 
Pêşniyar hate kirin ku li bin sîwana meclîsê komîsyonên heqîqet, cebirandin û hişê civakî bê avakirin, li qada xwecihî desteyên şopandina aştiyê bêne avakirin û pêvajo bi hevkariya navneteweyî bê meşandin. Hate ragihandin ku divê bi Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê re hevkarî bê kirin.