DEM Partî Roja Rojnamegerên Kurd pîroz kir

  • 10:36 22 Nîsan 2026
  • Rojane
ENQERE - Bi minasebeta 22'yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd, DEM Partî daxuyaniyek da û got: "Meşaleya ku li sirgûniyê, di nav şert û mercên dijwar de û di bin zexteke mezin de pêket, gava yekem bû ji bo sazûmanîkirina lêgerîna heqîqetê. "
 
Bi minasebeta 22'yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd, Komîsyona Weşan, Çapemenî û Propagandayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Berxwedaneke bênavber li dû heqîqetê: Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be! Kevneşopiya çapemeniya Kurdî 128 sal berê di 22'yê Nîsana 1898'an de bi Rojnameya Kurdistanê ku ji hêla Mîqdat Mîdhed Bedirxan ve li Qahîreyê hat weşandin dest pê kir. Ew kevneşopî îro bûye sembola mîrateyek û berxwedaneke mezin. Meşaleya ku li sirgûniyê, di nav şert û mercên dijwar de û di bin zexteke mezin de pêket, gava yekem bû ji bo sazûmanîkirina lêgerîna heqîqetê. 
 
Rojnamegeriya Kurdî di tevahiya dîrokê de li dijî zilm, sansûr û qedexeyan hebûna xwe domandiye û berdêlên giran daye. Ji ber astengî û qedexeyan ne li ser axa xwe, lê ji Qahîreyê heta Cenevreyê, ji Londonê heta Stenbolê, ji bo hebûna xwe li ber xwe daye. Roja Rojnamegeriya Kurdî, ku ji sala 1973'yan vir ve tê pîrozkirin, tevî êriş, astengî, polîtîkayên îmha û asîmîlasyonê û komkujiyan, bi israr rêya ku Mîqdat Mîdhed Bedirxan vekiriye şopandiye û birik kevneşopiya azadiya çapemeniyê parastiye. Îro hîna jî rojnamegerî di bin gefên giran de ye. 
 
Rojnamegerên ku ji ber nûçeyên xwe tên darizandin, tên girtin û pênûsên wan di bin gefê de ne, astengiya herî mezin a li pêşiya Aştî û Civaka Demokratîk e. Bi vê boneyê, em dubare dikin ku çalakiyên rojnamegeriyê ne sûc in û divê rojnamegerên di girtîgehê de demildest bên berdan. Em di 22'yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî de xebatkarên çapemeniya azad ên ku bi hişmendiya vê dîroka birûmet, bi berdêla canê xwe têkoşîna xwe ya ji bo heqîqetê didomînin, hem şahid û hem jî beşdarên vê dîroka birûmet in, hilgirên bîranînê ne û parêzvanên ziman û çanda Kurdî ne, silav dikin. Em hemû şehîdên çapemeniyê yên ku di rêya rastiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.
 
Di 128'emîn salvegera rojnamegeriya Kurdî de, em ê dûpat dikin ku em ê bibin dengê rastiyê. Roja Rojnamegeriyê li hemû xebatkarên çapemeniya Kurd, bi taybetî li Mîqdat Mîdhed Bedirxan, damezrînerê Rojnameya Kurdistanê pîroz be. Em di serî de Musa Anter, Gurbetellî Ersoz, Nagihan Akarsel, Cîhan Bilgin û Nazım Daştan û hemû şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Em li ber bîranînên wan, mîrateya wan a têkoşînê û berxwedana wan serê xwe bi rêzdarî ditewînin."